Gerîlayên YJA Starê: Em ê li ser xeta Bêrîtan bi ser bikevin

Gerîlayên YJA Starê bi wesîleya salvegera 26'an a şehadeta Bêrîtan de gotin, wê di xeta Bêrîtan de şer bikin û civakeke azad biafirînin.

Yek ji pêşengên PKK û Tevgera Jinên Kurd Gulnaz Karataş (Bêrîtan), 25'ê Cotmeha 1992'an teslîmiyet qebûl nekir û xwe ji kendêl avêt. Gerîlayên YJA Starê di salvegera 26'an a şehadeta Bêrîtan de ji ANF'ê re axivîn û gotin, Bêrîtan xet û sembola artêşbûna jinê û Tevgera Azadiyê ya Jinê ye.

Gerîlaya YJA Starê Dîcle Rûhat bal kişand ser girîngiya 25'ê Cotmehê ji bo jinan û got, "Ji ber ku hîmên artêşbûna jinê vê rojê hatin danîn. Hevala Bêrîtan di dîroka me ya têkoşînê de sembol û xeta artêşbûna jinê û Tevgera Azadiyê ya Jinê ye. Em bi rêya jinên bûne artêş ber bi azadiyê ve diçin. Divê mirov mîna Bêrîtan ji jiyanê hez bikin û weke wê bijîn. Ez dixwazim bibim yek ji şopdarên hevala Bêrîtan, weke wê xwe bi pêş ve bixim û şer bikim. Em ê bi gotina Şehîd Bêrîtan şer bikin û civakeke azad biafirînin Em ê civakeke ku bi azadiyê xemiliye biafirînin. Em ê bi rengê Bêrîtan şer bikin."

'BÊRÎTAN XETA ME YA AZADIYÊ YE'

Gerîlaya YJA Starê Sorxwîn Kandîl jî diyar kir ku Bêrîtan xeta azadiyê ye û wiha dewam kir: "Bêrîtan di şerê Başûr de têkoşîna me li dijî xeta nokerî û xiyanetê bê teredût parast û bi çalakiya xwe nîşan da ku azadî teslîm nayê girtin. Çalakiya wê ne tenê bersivek ji bo êrîşên dijmin bû. Her wiha bersiva li feraseta teslîmiyetê bû. Xiyanet qebûl nekir û berxwedêriya jinê nîşan da.

Çawa ku Besê û Zarîfeyan li Dersimê ji bo nekevin destê dijmin xwe ji kendêl avêtin û bûn sembol, şopdara Besê û Zarîfeyan hevala Bêrîtan jî xiyanet qebûl nekir û ruhê berxwedanê yê jinê careke din li zinaran geş kir. Bi hezaran şopdarên wê niha li ser xeta wê ya azadiyê şer dikin. Şopdarên hevala Bêrîtan niha li Xakurkê derbê li dijmin dixin. Weke şopdarên Bêrîtan em ê ji bo azadiya Rêbertî û azadiya jinan şer bikin û bi ser bikevin."

'MIN XWEST BIDIM SER ŞOPA BÊRÎTAN'

Gerîlaya YJA Starê ya enternasyonalîst a bi navê Rojbîn Cebel jî li ser şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) hest û nêrînên xwe anî ziman: "Hevala Bêrîtan pêşenga jina Kurd û Ereb e. Beriya ku ez tevlî bibim min hevala Bêrîtan nas nedikir, piştî ez tevlî bûm hevalan ji min re qala wê kirin. Hevala Bêrîtan hîn zêdetir bala min kişand û min xwest berxwedana wê fêhm bikim. Min li fîlmê wê temaşe kir. Gelekî bandor li min kir, bi taybetî ji aliyê ruhê hevaltiyê ve. Ruhê hevaltiyê bi hevala Bêrîtan re pir xurt bû. Wêrekî û israra ku bigihêje hedefa xwe pir xurt bû, di kesayetiya xwe de ruhê berxwedanê afirandibû û li ser vê bingehê têdikoşiya. Min xwest ez bidim ser şopa wê û bibim weke wê. Ji ber ku ew bû lehenga jina azad  û xeta berxwedanê hilbijart. Ruhê xwebeşxiyê bi wê re pir xurt bû. Hert im li eniyên pêş cih girt û bi lehengî şer kir."

'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE LI SER XETA BÊRÎTAN BIDOMÎNIN'

Gerîla Cebel got, wê têkoşîna xwe li ser xeta berxwedan û xwebexşiyê ya Bêrîtan bidomînin û herî dawî got, "Hevala Bêrîtan bandor li her kesî dikir. Bandoreke mezin li dijmin jî dikir. Piştî çalakiya wê ya bi rûmet dijmin rextê hevala Bêrîtan rakir û li cem xwe hişt. Navê keça xwe jî kir Bêrîtan, ji ber gelekî bandor lê kir. Ji ber jineke weke hevala Bêrîtan zû bi zû nayê dîtin. Hevala Bêrîtan jineke wêrek û têkoşer bû. Di berxwedanê de xwedî bi israr bû. Hevala Bêrîtan radestî nepejirand û bersiva xiyanetê bi çalakiya xwe da. Ji ber vê yekê çalakiya hevala Bêrîtan bi nav û deng bû û dengê xwe li hemû cihanê belav kir. Piştî şehadeta hevala Bêrîtan serokatî artêşa jinê ava kir, ji bo ku xeta berxwedanê bê domandin û em li ser têkoşîna wê bimeşin. Ji bo em parastina gelê xwe yê bindest bikin û parastina jina Kurd û hemû jinên cihanê bikin. Tişta ku dikeve ser milê me ew e ku em xeta hevala Bêrîtan bidomînin û tola wê li erdê nehêlin û kesayeta şehîd Bêrîtan di kesayetiya xwe de bidin avakirin. Ji ber vê jî dema dibe roja 25 Cotmehê em hîn zêdetir bi coş dibin û ez pir kêfxweş dibim. Ji ber hevala Bêrîtan bi ser bilindî gihîşt asta şehadetê. Lewma ev roj roja hemû jinane, ez hêviyên pir mezin ji vê rojê digirim. Ji ber vê em ê xeta xwebexşiyê û berxwedaniyê bidomînin."