20 jin sirgûn bûn

Ji Girtîgeha Tîpa E'yê ya Amedê 5 jê nexweş, 20 girtiyên jin sirgûnî Girtîgeha Jinê ya Tîpa T a Tarsûsê kirin.

Li Girîgeha Tîpa E'yê ya Amedê 20 girtiyên jin hatin sirgûnkirin. Diyar bû ku bi girtinên dawî li Girtîgeha Tîpa E'yê 61 jin girtiyên çêbûne û pêr 20 jin sirgûnî Girtîgeha Tîpa T'yê ya Tarsûsê kirine. Hate gotin di nav van girtiyan de Halîm Işik a nexweşa nav nivînan û 4 girtiyên bi nexweşiya giran hene.

Navê hin girtiyên ku hatin sirgûnkirin wiha ne:

Nebahat Şirgen, Sevgî Altinel, Zehra Dogan, Gulten Orak, Hatîce Ay, Sabîha Turan, Sakîne Bozkuş, Maşallah Dag, Halime Işikçi, Mehtap Yılmaz, Meral Temel, Evîndar Aydın, Bahar Avci, Ayhan Akgul (nexweşa Talesemiyê ) Saadet Ergîn,Ozliyet Filîzzer, Rûkiye Bakiş.