Bêrîtan li Moskowê hate bibîranîn

Gerîlaya PKK'ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) li Moskowê ji hêla jinên Kurd ve hate bibîranîn.

Gerîlaya PKK'ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) ku 25'ê Cotmeha 1992'an li Başûrê Kurdistanê şehîd bûbû, ji aliyê jinên Kurd ve li paytexta Rûsya Moskowê hate bibîranîn.

Bernameya bîranînê li mala Kurd a Moskowê çêbû. Jinên Kurd rista çalakiya Bêrîtan a ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd destnîşan kirin.

Di civînê de Seroka Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowê-Viyan Tara Qadir û endama PAJK'ê Medya Cûdî axivîn. Qadir got, Bêrîtan di dîroka Kurdan de xwedî cihekî girîng e û bi çalakiya ku Bêrîtan kirî, derbeke giran li xeta îxanetê hatiye xistin.

Medya Cûdî jî got, Bêrîtan giyanê berxwedêr ê jina Kurd veguherendiya ser çalakiyê û diyar kir, "Jinên Kurd ti caran radestî xeta noker û îxanetê nebûne."