Ji jinên Kurd û Swîsreyî meşa femînîst

Li Swîsreyê meşa Femînîst a Şevê ya kevneşopî  îsal bi îlhama berxwedana jinan a Rojava hate kirin.

Meşa Jinên Femînîst ku jinên alternatîf û femînîst ên Swîsreyî û Meclîsa Jinan a Mizgîn bi hev re organîze kir, li paytext Bernê pêk hat.

Li gel ku hewa sar bû jî gelek jin tevlî meşê bûn.

Jin li Munsterplatzê li dijî pergala zilamserwer, li dijî kapîtalîzmê, rolên zayendî yên civakî, li dijî tacîz û tecawiza li dijî jin û zarokan hatin cem hev.

Jinên Kurd bi pankarta ''Em ne di şînê de ne, me serî rakiriye'' alayên TJK-E û YPJ'ê rakirin û gelek caran gotin, ''Jin, jiyan, azadî''.

Du saetan jinan li kuçe û kolanên Bernê gotin 'Na ji pergala zilamserwer re', 'ez çi bixwazim wê li xwe bikim'', 'devera ku dilê min bixwaze ez ê biçimê' û bi stranan meşiyan. Piştre çalakî li Reîtschule qediya.