Rêxistinên jinan dest bi amadekariyên 25’ê Mijdarê kirin

Rêxistinên jinan di çarçoveya amadekariyên ‘25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta li ser Jinê’ li Stenbolê ‘Civîna Mezin a Jinan’ li dar xistin.

Rêxistinên jinan ên li Stenbolê bi dirûşmeya ‘Em bi hev re xurt in’ li Salona Civînê ya Cezayîr ‘Civîna Mezin a Jinan’ li dar xistin. Dayikên Şemiyê û berxwedêrên Flormarê jî beşdarî civîna jinan bûn.

Di civînê de dîmenê têkoşîn, çalakiyên tevger û rêxistinên jinan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê hate nîşandan. Destpêkê endama Meclîsa Jinan Seher Kalkan axivî û qala armanca kampanyaya ‘Jin bi hev re xurt in’ kir. eSher got pêngava duyemîn a kampanyayê ‘Civîna Mezin a Jinan e’ û wiha domand; “Di dema Rewşa Awarte de gelek destkeftiyên jinan hatin xespkirin û komkujî û destdirêjiya li jinan zêde bûn. Tevî hemû êrîşan jî em nesekinîn û dom kir. Li dijî qanûnên ku dixwestin werin îlankirin, em bûn dengê berwedana jinên kedkar. Di sala 2016’an de jin li dijî kurtajê, wekheviya kar û li dijî êrîşan li qadan bûn. Me destek da berxwedana jinan ên li cîhan û Tirkiyeyê. Ji bo hêzeke birêxistinkirî me 8’ê Îlonê bang kir û ji bo wê jî îro em li vir in.”

Piştre endama Meclîsa Jinan Çagla Akdere jî axivî û wiha got; “Me li dijî sîstema rêveberiya welat ya yek zilamî kampanyayq “Na, jin bi hev re xurt in’ da destpêkirin. Li dijî vê pergala hatî guhertin divê tedbîrên çawa werin girtin li ser van me civîn pêk anîn. Yasaya olperestiyê, axaftina zagoma 6281, sererastkirina nafaqayê îro em li vir gotubêj dikin. Li dijî van divê çi were kirin, rêbaz û têkoşîna hevpar çawa were kirin, ji bo wê em em vê civînê li dar dixin. Dîsan 25’ê Mijdarê nêz dibe, daxwaz û pêşniyarên me çi ne, divê em di vê zemînê de gotûbêj bikin.”

Civîn ji çapemeniyê re girtî didome, civîn wê bi biryar û pêşniyarên werin girtin wê bi dawî bibe.