Tevî ku 7 caran ji gilihê hevjînê xwe kir jî hate qetilkirin

Li bajarê Besançon ê Fransayê roja Sêşemê jina bi navê Razîa tevî ku 7 caran gilhê hevjînê xwe kir û alîkarî ji rayedaran xwest jî hate qetilkirin.

Jina bi navê Razîa a 34 salî jineke Efxan û xwedî 3 zarokan e roja Sêşemê di nava kolanê de bi kêrê hate kuştin.

Razîa ev salek e li Fransayê ji aliyê komeleyekî mafê jinan ve dihate parastin piştî qetilkirina Razîa bi banga gelek saziyan şeva Înê merasîma bibîranînê hate lidarxistin. Çalakî ji bo hemû jinên ku şîdet li wan tê kirin hate lidarxistin û ne girtina tedbîrên pêwîst ên li dijî cinayetên jinan jî di çalakiyê de  hateşermezarkirin.

7 CARAN GILIH KIR

Li Fransayê di  nava sê rojan de jinek ji aliyê hevjîn yan jî hevalê wê ve  tê kuştin, cînayeta herî dawî ya Razîa pir balkêş e ku Razîa 7 caran gilihê hevjînê ku jê cuda bûbû kir lê tevî van hemûyan jî hate kuştin.

Li gorî agahiyên komeleya Solidarité Femme, Razîa ya ku ji hevjînê xwe yê berê şîdet didît 7 caran gilih kiribû.

Ji meha Tîrmehê ve ji aliyê dadgehê ve biryara parastina Razîa ji hevjînê wê yê berê hatibû girtin û hate ragihandin ku Razîa 3 caran li Marsîlya û 4 caran jî li Besançona ku lê hatî qetilkirin serî li rayedaran daye û gilhê hevjînê xwe yê berê kiribû.