'Em bi xurtî xwedî li berxwedana li Rojava derkevin'
TJK-E: Em bang li jinan, gelê xwe û hemû hêzên şoreşger û demokratîk dikin ku bi ruhê berxwedana Kobanê têkoşînê geş bikin û bi xurtî xwedî li berxwedana li Rojava derkevin.
TJK-E: Em bang li jinan, gelê xwe û hemû hêzên şoreşger û demokratîk dikin ku bi ruhê berxwedana Kobanê têkoşînê geş bikin û bi xurtî xwedî li berxwedana li Rojava derkevin.
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) li ser 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da û bi bîr xist ku êrîşa 2014'an a rêveberiya AKP'ê ya faşîst û çeteyên DAÎŞ'ê yên barbar, bi berxwedana leheng a keç û xortên gelê Kurd hatiye têkbirin.
TJK-E diyar kir, serketina li Kobanê bi saya berxwedêran pêk hat û wiha dewam kir: "Ne tenê Kurdistaniyan, her wiha berxwedêrên enternasyonalîst ên ji nirxên mirovahiyê bawer kirine, di vê oxirê de şer kirin û ji çar aliyên cîhanê ber bi berxwedanê ve herikîn, cih girtin. Em bi vê wesîleyê şehîdên Kobanê careke din bi hezkirin, minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin.
Berxwedana Kobanê gelê Kurd di dil û mejî de kir yek û berxwedaneke neteweyî afirand. Berxwedana Kobanê di heman demê de bûye xeteke berxwedanê ku piştevaniya enternasyonalîst bi rengê herî xurt lê eşkere bû. Lewma 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girt û bû çavkaniya sûdwergirtinê ji hemû gelên berxwedêr re. Bi navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê, em 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê di serî de li jinên berxwedêr ku rê li ber serketinê vekirine, li hemû Kurdistaniyan û gelên berxwedêr pîroz dikin. 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê nîşanî tevahiya cîhanê daye ku li dijî tifaqên herî gemarî yên hêzên tarî, qirker û dagirker, berxwedana hevpar û têkoşîna bi rûmet a gelan timî bi ser dikeve.
Ya ku li Kobanê têk çû, faşîzma Erdogan e. Lê belê mîna her rejîmên faşîst, rejîma faşîst a Erdogan jî ji bo bêhnê bîne ber desthilatdariya xwe ya li ber hilweşînê ye, êrîşên nû dike. Dîktator Erdogan dijminê nirxên mirovahiyê ye. Dijminê gelê Kurd e. Dijminê jinan e. Ev rejîma faşîst bi konsepteke nû ya êrîşê, êrîş dibe ser Rojava û dixwaze destketiyên gelê Kurd ji holê rake. Armanca bingehîn a vê plana êrîşê dagirkirina tevahiya Rojava ye, qirkirina Kurdan e. Hêzên qaşo cîhanî, dixwazin vê yekê ji nedîtî ve bên, nebînin, nebihîzin û xwe lal nîşan bidin. Lê jin û hemû gel wê bi dengekî bilind ji vê re bêjin 'NA'.
Jinên Kurd, gel û dostên Kurdan, hêzên demokratîk wê têkoşîna xwe geş bikin. Wezîfeya me ye ku em berxwedana xwe mezin bikin. Em bang li jinan, gelê xwe û hemû hêzên şoreşger û demokratîk dikin ku bi ruhê berxwedana Kobanê têkoşînê geş bikin û bi xurtî xwedî li berxwedana li Rojava derkevin."