10 girtiyên jin ketin ber lêpirsînê
Rojnamevan Kîbriye Evren jî di nav de 10 girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dîl girtî ne, ji ber ku bi Kurdî stran gotine ketin ber lêpirsîna dîsîplînê.
Rojnamevan Kîbriye Evren jî di nav de 10 girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dîl girtî ne, ji ber ku bi Kurdî stran gotine ketin ber lêpirsîna dîsîplînê.
Midûriyeta Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê, bi hinceta ku 1'ê Mijdarê li qawîşan bi Kurdî stran gotine, der barê 10 girtiyên jin de lêpirsîna dîsîplînê vekir.
Tevî rojnamevan Kîbriye Evren û Sînem Ateş a ku li Sûrê di dema qedexeya derketina derve de hatibû girtin, ji 10 girtiyan hate xwestin ku di nava 3 rojan de parastina xwe bikin.
Jinên ketine ber lêpirsînê: Sînem Ateş, Songul Aşila, Selma Yilmaz, Mendûha Polat, Arzû Karaman, Leyla Yildiz, Edanûr Bazancîr, Kîbriye Evren, Kûmrî Tokay û Muslîme Kalkan.