Meclîsa Jinan a HDP’ê: Gelên Rojava dev ji şoreşê bernadin

Meclîsa Jinan a HDP’ê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û bal kişand ser vî tiştî ku tu êrîş ew ê nikaribe gelên Rojava ji şoreşê dûr bixîne. Meclîsa Jinan diyar kir ku berxwedana Kobanê qedera herêmê guherand.

Meclîsa Jinan a HDP’ê, bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Şoreşa Rojava ya bi şerê Sûriyeyê ya di sala 2011’an de gelên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr,Tirkmen, Ermen, Çerkez, Keldan pêk anî, di heman demê de şoreşa jinan e jî. Şoreşa Rojava li Rojhilata Navîn bû modelek û ji gel, jin û ciwanan re bû hêvî.

Di sala 2014’an de DAÎŞ a ku dijminê mirovayetiyê ye û hêzên tarî yên li pişt wê ji bo xeniqandina Rojava, hewl dan Kobanê dagir bikin.

BERXWEDANÊ QEDERA HERÊMÊ GUHERAND

Bi piştgiriya dewletên herêmê li hemberî dagirkirina Kobanê di şexsê Arîn Mîrkan de bi berxwedana dîrokî qedera herêmê hate guherandin. Ji ber vê jî Kobanê îradeya jinan Arîn Mîrkan e, hevgirtina enternasyonal Rifat Horoz e, Nejat Sûphî Agirnasli ye, Kader Ortakaya ye, Azîz Guler e û mîrateya hevpar a berxwedêrên enternasyonal e. Feraseta AKP’ê ya ku piştgiriya DAÎŞ’ê dikir, îro dîsa ji bo desthilatdariya xwe ya faşîst êrîşî gelên Rojava dike. Tişta ku duh bi destê DAÎŞ’ê dihat kirin îro bi feraseta AKP’ê dîsa tê xwestin were kirin û hewl tê dayîn ku destkeftiyên jinan ji holê were rakirin.

GEL DEV JI ŞOREŞÊ BERNADE

Ji 19’ê Tîrmehê ya ku Şoreşa Rojava pêk hat û heta îro li hemberî gelên Rojava ji aliyê feraseta AKP’ê û bi çeteyên DAÎŞ û El Nûsrayê re gelek êrîş hatin kirin. Van êrîşan nekarî gelên Rojava ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dûr bixîne û ew ê nikaribe jî.

Li şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ya ku êdî qala çareseriya demokratîk tê kirin, çawa ku li hemberî barbariya DAÎŞ’ê berxwedaneke dîrokî hate kirin, li hemberî hemû dîktatorên ku dixwazin bibin wekî DAÎŞ’ê, berpirsyariyeke dîrokî ye ku mirov bibin Arîn Mîrkan. Ji ber vê jî divê êrîşên li dijî Rojava ya ku hemû gel bi hev re dijîn, roj berî rojekê werin sekinandin.

1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê roja piştgiriya Kobanê ye, ya ku li hemberî hovîtiya DAÎŞ’ê bûye sembol.”