Jinên li Îzlandayê wê ji bo mûçeyê wekhev dakevin qadan

Jinên li Îzlandayê wê ji bo şermezarkirina newekheviya mûçeyê navbera jin û mêr de, 24'ê Cotmehê roja Çarşemê saet 14:45'an dest ji kar berdin û dakevin qadan.

Sedema destberdana ji kar a jinan ew e, ku bi rêjeya 26 ji sedî ji mêran kêmtir mûçeyan distînin. Saet navbera 08:00-17:00 weke roja kar a asayî tê qebûlkirin. Jin jî dibêjin, ew piştî saet 14:45'an bi belaşî ji karsazan re dixebitin.

Jin wê li bajarên mezin ên Îzlandayê, roja Çarşemê saet 14:45'an dest ji kar berdin, berê xwe bidin meydanan û xwepêşandanên protestoyî li dar bixin.

Jin dixwazin mûçeyê wan û yê mêran weke hev bin, ji bo pêşî li destdirêjî û destavêtinê were girtin li cihên kar tedbîr werin girtin û li sektorên ku piraniya xebatkarên wê jin in, rêveber jî jin bin.

Li Îzlandayê ku weke yek ji welatên herî wekhev ên cîhanê tê dîtin û tevgera femînîst lê xurt e, jin bi rêjeya 26 ji sedî ji mêran kêmtir mûçeyan werdigirin.

QANÛNA 'MÛÇEYÊ WEKHEV JI BO KARÊ WEKHEV' WÊ SALA 2020'Î BIKEVE MERIYETÊ

Grev û xwepêşandanên ku jin bi salan e organîze dikin, par rê li ber encamekê vekiribû. Parlamenta Îzlandayê meha Adarê qanûnek qebûl kir ku li gorî vê qanûnê divê mûçeyê wekhev ji jin û mêran re bê dayin.

Qanûn wê sala 2020'an bikeve meriyetê û li gorî vê qanûnê, şert e ku karsaz mûçeyê wekhev bide xebatkarên xwe yên jin û mêr.

Dema ku qanûn kete meriyetê, karsazên ku zêdeyî 25 karkerên jin dixebitînin, wê serî li saziyan bidin û sertîfîkayên li ser dayina mûçeyên wekhev ji bo jin û mêran werbigirin. Saziyên ku sertîfîkaya xwe nebe, wê ceza li wan bê birîn.

Jinên ku wê roja Çarşemê saet 15:45'an dest ji kar berdin, di serî de paytext Rejkjavîkê wê li bajaarên Akûreyrî, Îsafjordûr, Keflavîk û Egîlsatîrê xwepêşandanan li dar bixin.