PAJK'ê Gulnaz Karataş bi bîr anî û artêşbûna jinê pîroz kir

Koordînasyona PAJK'ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bi bîr anî ku 25'ê Cotmeha 1992'an teslîmî xiyanetê nebû û tevlî karwanê nemiran bû. PAJK'ê artêşbûna jinê jî pîroz kir ku salek piştî şehadeta Bêrîtan hate ragihandin.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Meha Cotmehê dema wan jinan e ku ji bo azadî û rûmetê bi rengekî fedayî şer kirin û li ber xwe dan."

Di daxuyaniyê de meha Cotmehê weke meha afirandina xeta lehengiyê hate binavkirin û hate gotin, "Di şexsê Bêrîtan (Gulnaz Karataş), Zeynep (Gûrbetellî Ersoz), Sarya (Nûrsen Înce), Ekîn (Încî Çelîk), Meryem (Meryem Hazar Çolak), Canda (Sanem Sertap Golge), Hêlîn Çerkez (Nermîn Akkûş), Ronahî (Andrea Wolf), Bermal (Guler Otaç), Rewşen (Leyla Kaplan), Rojbîn Arap, Selamet Menteş, Aynûr Artan, Rûken Bîngol, Rojbîn Gevda, Arîn Mîrkan, Dîcle Zafer a vê dawiyê li Çewlikê şehîd bû û Medya Mawa a li Mêrdînê şehîd ket, ku afirînerên vê xeta berxwedanê ne, em hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Û dibêjin, bicihanîna xewn û xeyalên wan ên azadiyê ji bo me wezîfeyeke bingehîn e ku em Aê heta dawiyê xwedî lê derkevin."

Daxuyaniya PAJK'ê wiha dewam kir: "Hemû hevrêyên xwe ku ji bo pêşî li komploya li dijî RêberAê me bigirin bûn xelekek ji êgir bi rêzdarî bi bîr tînin. Komplo û tecrîdkirina Rêberê me wê bi rastiya berxwedanê ya hevrêyên me yên di vê mehê de şehîd bûn bê têkbirin. Azadiya Rêberê me wê bi milîtan û gerîlayên leheng ên li ser vê xetê şer dikin, pêk were.

Meha Cotmehê her wiha meheke ku di şexsê hevrê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de artêşbûna jinê pêk hatiye û em salvegera wê pîroz dikin. Hevrêya me Bêrîtan, 25'ê Cotmeha 1992'an nîşan da ku divê xeta şer û berxwedanê çawa be, teslîmî nokeran nebû û bi vî rengî tevlî karwanê nemiran bû. Ji bo bîranîna hevrêya me Bêrîtan, sala 1993'an artêşbûna jinê hate ragihandin. Em li ser vê bingehê salvegera 25'an a artêşbûna me ya jinê li hemû jinan, gelê xwe û mirovahiya li azadiyê digere pîroz dikin.

Di nava şert û mercên giran ê şerê 25 salan de artêşa me ya jinê bû hêz û pêşenga afirandina jiyana azad. Eşqa mezin a azadiyê ku bi hevrê Sara dest pê kir û têkoşîna vê yekê, bi keda bi hezaran jinan a li çiyayên Kurdistanê mezin bû. 25 salên bihurî bû sedem ku artêşên azadiyê yên jinan li çar parçeyên Kurdistanê biafirin û şerê mezin ê jinê bê dayin. Hevrêyên me yên ku rêya têkoşîna jinê vekirin, serê xwe li ber wî dijminî rakirin ku her kesî serî li ber ditewand. Li dijî her şêwe zor û zehmetiyê li ber xwe dan û li van çiyayan têkoşiyan. Bi wêrekî bêdudilî û heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin. Bi çalakî û şerê xwe rêya azadiyê vekirin. Li zindanan sir nedan, li êşkencexaneyan hatin şehîdxistin, lê belê xiyanet li hevrê û doza xwe nekirin. Ji xwe re kirin kevneşopiyek ku ti carî teslîm nebûn û xwe nedan destê dijmin.

Ev têkoşîna bêhempa bûs edem ku di nava gelê Kurd de, di nava mêr de li ser nêrîna li jinê guhertin û şoreşek pêk were. Ev yek şoreşa bingehîn e ku di nava şoreşa Kurdistanê de pêk hat. Bi artêşbûna jinê re jinên ku li nava sînorên hezaran salî yên sîstema mêr hatibûn mehkûmkirin, daxwaz û îdîaya xwe ya azadiyê nîşan dan û li djiî cîhana bi serweriya mêr dest bi têkoşînê kirin. Lewma sekna herî radîkal e. Bersiva jinê ya li pirsa 'Divê mirov çawa bijîn?' e. Heta ku xweparastin pêk neyê, jin li pêşberî zextên giran ên civaka bi serweriya mêr bê çek û bê parastin e. Artêşbûna jinê rê li ber wê yekê vekir ku jin bibe xwedî hêza û îradeya xwe, ji xwe piştrast be, bi wêrekî, têkoşîn, bawerî û eşqê ji sînorên li dora wê hatin danîn rizgar bibe û berê xwe bide azadiyê. Îdeolojî, siyaset û azadiya jinê bi şerê li van çiyayan afirîne. Lewma artêşbûna jinê ne tenê amûreke leşkerî ye. Ji bo afirandina kesayet û nasnameya jinê, ji bo afirandina azadiya jinê bûye hêza bingehîn.

Bi şerê mezin re ku bi pêşengiya jinên Kurd hate kirin, jin bûn xwedî wê şensê ku azadiya ji dest dane ji nû ve bi dest bixin. Rastiya 'Şer dike, ku şer dike azad dibe, ku azad dibe bedew dibe' bûye navenda jiyanê û modeleke azadiyê derxistiye holê. Nîşanî tevahiya cîhanê daye ku jinên dikarin xwe biparêzin, polîtîk dibin û xwedî îradeya xwe ne, tiştek nîne ku nikaribin bi ser bixînin. Ev yek encama fedakarî û keda mezin a şehîdên me yên mezin, Rêberê me û jin û ciwanên Kurd ên milîtan û fedayî ye. Şehîdên me yên leheng ku rê li ber vê yekê vekirin, xwe ji têkoşîn û fedakariyê venegirtin, ji bo me pîvana bingehîn a azadiyê ne.

Fermandara artêşbûna jinê hevrê Bêrîtan di vê mijarê de semboleke azadiyê ye. Gerîlayeke ku sînor nas nedikir, xwedî îdîa û bi coş bû û xwe bi têkoşîna li çiyê diafirand. Bû dewama deng û banga tolhildanê ya Besê û Zarîfeyan û bû azadîparêzek ku li ser koka xwe mezin bû.

Bêrîtan vegot ku rûmeta jinê û Kurdayetiyê nabe ku radestî hûtên şaristaniyê û nokerên wê bê kirin û divê ev rûmet teqez were parastin. Ew rastî ye ku xiyanet û teslîmiyetê li ber wê serî tewand. Û bi şerê xwe raxist pêş çavan ku jinên Kurd bi hêz in û têk naçin. Di kesayetiya Bêrîtan de ne tenê berxwedana li dijî dijmin û qîrîna keçeke Kurd a azad, her wiha mirov dikare pîrozmendiyên însanî, azadî, hezkirin, dilsozî û çîroka bêhempa ya mirovbûnê bibînin.

Ew bûye ruhê berxwedanê ku di her kêliyê de diherike nava rehên me.

Ew her tim li nava me ye û dema ku em li ber paşverûtiyê, serweriyê, koledarî û her şêweyên azadiya sexte radibin, hingî em silavê didin Bêrîtan. Dema ku em li ber dijminê ku teslimiyetê li me ferz dike radibin, dema ku em guh didin vî dengê ji bo azadiyê bang li me dike, em hingî li ref Bêrîtan disekinin, em xiyanet, teslîmiyet û gemariya sîstemê hildiweşînin û li ser şopa bi coş a Bêrîtan in.

Eger me xwe fedayî azadiyê û şerê vê kiribin, eger em bi vê daxwaz û kelecanê dixebitin, eger em vê banga li me hatiye kirin mîna helbestê dihûnin û jiyana xwe bi têkoşînê didomînin, hingî em jî çend gotinan li helbesta azadiyê ya Bêrîtan zêde dikin.

Bi navê Partiya Azadiyê ya Jinê em bang li hemû jinan dikin ku bibin beşek ji vê helbesta azadiyê.

Di vê serdemê de erdnîgariya me bûye navenda şerê sêyemîn ê cîhanê. Şaristaniya demokratîk û şaristaniya kapîtalîst bi rengekî dîrokî xwe li hev radikişînin. Herî zêde jin bi êşa van êrîşan dihesin. Lewma hem statuya heyî ya jinan, hem jî ya gelê me li ser me ferz dike ku ji bilî geşkirina xweparastinê em dikarin tiştekî din bikin. Êrîşên giran li civaka me, li qada siyaseta demokratîk û herêmên gerîla tên kirin. Berxwedana li dijî van êrîşan tê kirin berxwedaneke bêhempa ye. Tevgera me ya azadiyê bûye navenda azadî, rûmet û berxwedanê. Li dijî vê faşîzm, mêtingerî û komkujiyên giran, helwesta herî bi rûmet e ku mirov cihê xwe li nava refên têkoşînê bigirin û artêşbûnê mezin bikin. Li dijî sîstema kujer û êrîşên wê yên faşîzan, xweparastin şertê bingehîn ê hebûnê ye. Em li ser vê bingehê bang li jin û ciwanan dikin ku berê xwe bidin qadên gerîla û xweparastinê û têkoşîna azadiyê li çiyê geş bikin.

Bi wesîleya meha Cotmehê em careke din hemû hevrêyên xwe yên li dijî komployê û li her qada gerîla xwe feda kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin, gelê xwe yê ku timî li ser piyan e û çalakiyan dikin silav dikin û dibêjin, azadiya welat, azadiya Rêbertî û jiyana azad nêz e."