Cenazeyê gerîla Bîlîn ber bi Xarpêtê ve hate birêkirin

Cenazeyê gerîla Mizgîn Bîlîn (Raperîn Baz) ku 13'ê Îlonê şehîd bûbû, ji bo ku were veşartin ji Meletî hate standin û ber bi Xarpêtê ve hate birêkirin.

Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Mizgîn Bîlîn (Raperîn Baz), ku 13'ê Îlonê li gel sê gerîlayên hevalê xwe şehîd bûyî, ji hêla malbata wê ve, ku ji mêj ve li morga Goristana Yenîşehîrê ya Saziya Tiba Edlî ya Meletî bû, hate standin. Ev nêzî 2 mehan rayedaran bi hinceta testa DNA'yê cenaze nedidan malbatan.

Cenazeyê gerîla Raperîn Baz ji hêla xizmên wê ve hate standin û cenaze ber bi Xarpêtê ve bi rê ketin.

Her wiha cenazeyê gerîlayekî dî jî ku navê wî diyar nebû ji Saziya Tiba Edlî hate standin û bi heman wesayita ku cenazeyê Raberîn Baz tê de ye, ber bi Xarpêtê ve û ji wir jî ber bi Qulpê ya Amedê ve hate birêkirin.