Ji bo jinan karkerî li Swêdê zehmet e

Mûçeyê kêm, tempoya bilind a kar, stres, gef, şîdet û destdirêjiya zayendî çend ji pirsgirêkên karkerên jin ên li Swêdê ne.

Rapora ku Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Swêdê (LO) pêr ji raya giştî re eşkere kir, radixe pêş çavan ku pirsgirêkên giran li kargehan derdikevin pêşiya karkerên jin.

Rapor li ser daneyên Saziya Statîstîkan a Dewletê (SCB) ên navbera salên 1990-2015'an hate amadekirin. Di raporê de hate ragihandin, 25 salên dawî stresa li nava karkerên jin zêde bûye, derfetên bêhnvedanê kêm bûne û di mijara şert û mercên kar de jin nebûne xwedî mafê gotinê.

GEF, ŞÎDET Û DESTDIRÊJIYA ZAYENDÎ ZÊDE BÛN

Li gorî raporê, hejmara jinên ku bûne hedefa gef, şîdet û destdirêjiya zayendî 20 salên dawî zêde bûye.

Ji sala 1995'an heta sala 2015'an, hejmara jinên ku destdirêjî li wan hate kirin bi du qatî zêde bûn. Hejmara jinên ku gotin, di nava salekê de herî kêm carekê destdirêjiya zayendî lê hatiye kirin, ji 7 ji sedî bû 15 ji sedî.

Jinên ku gef li wan tê xwarin, şîdet û destdirêjiya zayendî li wan tê kirin, bi giranî li karên tenduristî, xizmet, otel û restorantê dixebitin.

Jinên li van sektoran dixebitin, ji hempîşe û şefên xwe bêhtir dibin hedefa gef û şîdeta mişterî, nexweş û xizmên nexweşan.

Rayedara LO ku mercên kar lêkolîn kir Carola Lofstrand got, jinên ku ji bo demeke kin tên xebitandin û garantiya wan a kar nîne, hîn bêhtir dibin hedefa şîdet û destdirêjiya zayendî.

'JI BO SERERASTKIRINA MERCÊN KAR DIVÊ TEDBÎR WERIN GIRTIN'

LO ji bo sererastkirina şert û mercên kar ev daxwaz kir:

Divê budçe ji bo lêkolîn û perwerdeyê bê veqetandin, ji bo başkirina mercên kar tedbîr werin girtin.

Li sektorên ku bi giranî karkerên wê jin in, divê erkên jinan ên ji bo biryardarê werin zêdekirin.

Karê bi tenê tê kirin, ku rîska gef, şîdet û destdirêjiya zayendî zêde dike, divê werin kêmkirin.

Ji bo pêşî li destdirêjiya zayendî were girtin, hîn bêhtir şert li ser karsazan werin ferzkirin.

Divê tolerans ji mirin, birîndarî û nexweşiya ji ber kar neyê dayin.

Nûnerên kargehan divê perwerdeyeke bi kalîte bibînin.

Xizmeta tenduristî û paqijiyê divê li her kargehê ji xebatkaran re bê dayin.