Jinek bû Seroka Dadgeha Bilind a Etiyopyayê

Hikumeta Etiyopyayê hewl dide cihê jinan ê li nava saziyan xurt bike. Yekemcar ji bo serokatiya Dadgeha Bilind jinek hate hilbijartin.

Etiyopya yek ji welatên Afrîkayê ye ku di nava lepên xizaniyê de ye. Li parlamentê di encama dengdanê de Meaza Ashenafî ji bo serokatiya Dadgeha Bilind hate hilbijartin.

Serokwezîr Abiy Ahmed piştî dengdanê daxuyaniyek da û got, "Meşa me ya ji bo wekheviya jin û mêr a li qedemeyên rêveberiya Etiyopyayê bê navber dewam dike."

Ahmed diyar kir, Ashenafî yek ji parêzerên herî bi tecrûbe û parêzvanên mafên mirovan ê Etiyopyayê ye û bi bîr xist ku nîvê 20 wezîrên kabîneyê ji siyasetmedarên jin pêk tê.

Ashenafî ya 54 salî ku dadgerek bû, piştre li qada mafên jinan weke parêzerekê têkoşîna xwe dewam kir. Yek ji damezrînerên Komeleya Parêzerên Jin a Etiyopyayê ye.

Ashenafî bi parastina keçeke 14 salî hatibû naskirin. Destavêtin li wê keçê hatibû kirin û ew keça 14 salî bi kuştina tecawizkarê ku bi rêya destavêtinê dixwest pê re bizewice, dihate sûcdarkirin.