Li Rotterdamê semînera li ser jineolojiyê
Saziya jinan a sosyalîst a bi navê Rode Morgen, li bajarê Rotterdam ê Hollandayê semînereke jineolojiyê organîze kir.
Saziya jinan a sosyalîst a bi navê Rode Morgen, li bajarê Rotterdam ê Hollandayê semînereke jineolojiyê organîze kir.
Jinên Îranî, Fasî, Sûrînamî, Tirkiyeyî û Hollandayê tevlî semînerê bûn. Di semînerê de avakirina şoreşê bi jineolojiyê û têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan a li dijî faşîzmê hatin nirxandin.
Di semînerê de gundê jinan Jinwar jî hate nasandin. Jinan diyar kirin ku ji ber hebûna gundekî wiha ew kêfxweş in.
Her wiha hate ragihandin ku têkoşîna jinên Kurd û berxwedana wan, ji bo jinên cîhanê bûye hêvî.
Semîner bi muzîkê qediya.