Fermandara YJA Starê: Me nû dest pê kir, em mezin dibin

Ji fermandarên YJA Starê Nalîn Dilpak diyar kir ku ew artêşa xwe mezintir dikin û got, "Me hîn nû dest pê kir, em mezin dibin. Bila dijminê me baş bitirse, ji ber ku îdîaya me ya ji bo şer hîn mezintir e."

Yek ji fermandarên YJA Starê Nalîn Dilpak, li ser artêşbûna jinê ji Radyoya Dengê Welat re axivî.

Dilpak bi bîr xist ku di dema komê ya tevgera wan de, di destpêka partîbûnê de jin tevlî nava refên şoreşê bû û got, "Bêguman pêwendiya vê derfetê bi jiyan, îdeolojî û felsefeya Rêber Apo heye. Hîn di destpêka şoreşa Kurdistanê de rol û mîsyoneke mezin ji jinê re hatibû dayin. Jinê di çarçoveya tercîha xwe de bi îrade, deng, nêrîn û hêza xwe cihê xwe di nava şoreşê de girt. Rêbertî bi rêya perwerdeyê em ji vê pêvajoyê re amade kir û kir ku em rastiya 'pêwîstiya we bi artêşbûna jinê heye' bibînin.

Ji aliyê jiyan û nêrînê ve zexteke giran li jinê dihate kirin û jin bê parastin bû. Eger di fikir û nêrînê de parastin bihata kirin, diviyabû çek jî hebûya. Lê belê çek di destê jinê de nebû. Rêbertî ev pêwîstî dît û xwest çekeke xurt bide destê jinê."

LI GEL TIRSÊN MEZIN JÎ ARTÊŞBÛNA JINÊ PÊK HAT

Nalîn Dilpak qala tirs û fikarên xwe yên wê wextê kir: "Dema ku Rêbertî artêşbûna jinê xiste rojeva me, em ketibûn nava tirs û fikaran ku eger em jin bibin xwedî artêş û mêr bi ser artêşbûna me ve were, em ê çawa xwe biparêzin. Em di nava tirs û fikareke mezin de bûn. Destpêkê em ji ber artêşbûna xwe, ji xwerêvebirinê, ji hêza xwe, ji parastina xwe, ji nêrîna xwe tirsiyan. Gava ku Rêbertî artêşbûna jinê xiste rojeva me, bi rengekî veşartî em li ser van tirsên xwe diaxivîn. Gotinên 'Gelo wê çi bi me bikin? Em ê êdî çi bikin? Wê kî me bi rê ve bibe, dema ku em bi serê xwe bimînin wê kî fermandariyê ji me re bike?' ji tirsên dîrokî dihatin."

Fermandar Dilpak destnîşan kir ku li gel tirs û fikaran jî artêşbûna jinê pêk hat û got, "Em deyndarê Rêber Apo ne. Çawa ku di destpêka vî karî de tirseke mezin bi me re hebû, niha jî tirs heye ku tiştek bi serê artêşbûna jinê ve were. Em hewl didin xwe hîn mezin bikin, hîn bi pêş ve bibin. Jinên ku tehma xweparastinê kirine, tehma azadiyê kirine, bêguman fikarên xwe yên niha cuda ne."

ARTÊŞA JINÊ WEKE SÎWANEKE WEKHEVIYÊ YE

Dilpak diyar kir, artêşbûna jinê ku li Rojhilata Navîn hîmê wê hatiye danîn, ne tenê li Rojhilata Navîn di heman demê de bandorê li tevahiya cîhanê dike û wiha pê daket: "Ne tenê bandorê li Kurdistanê ya jî jinên Kurd dike. Li gel jinên Kurd, em dibînin ku jinên Tirk-Tirkmen, Acem, Ereb, Fars, Asûrî û jinên Ewropî cihê xwe di nava artêşa jinê de digirin. Artêşbûna jinê weke sîwaneke wekheviyê dikare bê dîtin."

Fermandara YJA Starê Nalîn Dilpak diyar kir ku li cîhanê du xet hene; ya yekê xeta azadîparêz, ya duyemîn jî xeta serweran a li dijî vê ye û bi dewamî got, "Artêşbûna jinê ya li Rojhilata Navîn temsîl û parastina xeta azadîparêz dike. Piştî ku artêşbûna jinê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn kete meriyetê, destwerdanên cidî li Rojhilata Navîn hatin kirin û tên kirin. Ev 8 sal in di pratîkê de dest li Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê tê werdan. Tevî ku rejîm hewl dide binixumîne jî, destwerdaneke cidî li Îranê tê kirin. Her şêweyên dagirkirinê lê hatin bikaranîn."

ARTÊŞBÛNA JINÊ LI ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ GIHÎŞTIYE WÊ ASTÊ KU XWE BIPARÊZE

Fermandar Dilpak anî ziman ku artêşbûna jinê gihîştiye wê astê ku li her parçeyên Kurdistanê êdî dikare xwe biparêze û got, "Artêşbûna jinê tevî ku Kurdistanî ye, êdî bûye hêzeke parastinê ku hemû jin û gelên li erdnîgariya Kurdistanê vedihewîne."

Dilpak diyar kir ku di vê pêvajoyê de ji aliyê teknîkî, pratîkî û fikrî ve êrîşên giran li artêşbûna jinê tên kirin û wiha pê daket: "Dijmin bi giranî êrîşî hêzên jinê dike. Bi zîhniyeteke qirêj hewl dide dest li artêşbûna jinê werde. Di vê çarçoveyê de êrîşî malbatên me yên welatparêz dike, wan aciz dike û ji bo jinan bikişîne nava têkiliyên kevneşop ên paşverû, dixwaze malbatan bi kar bîne. Haya me yek bi yek ji van polîtîkayan heye. Dijmin bi taybetî ji dayikan re dibêje, 'Keçên xwe bînin, bang li wan bikin, em ê tiştekî bi wan nekin'. Eger wê tiştekî nekin, çima dixwazin li pêşiya jiyana me ya azad bibin asteng, çima malbatên me aciz dikin, ji MÎT'ê heta JÎTEM'ê hemû torên xwe yên îstîxbaratê, artêşê û hucreyên dewletê bi kar tînin? Çima bi me re ewqasî mijûl in? Ji bo me dibêjin, 'Bila li malên xwe vegerin, em ê tiştekî nekin'. Em ji xwe li malên xwe ne, li cihê ku divê lê bin, bi hêzên xwe yên artêşê re ne. Mijareke hesas e, divê malbatên me nekevin bin bandora van polîtîkayên dijmin. Aliyên hestewar ên malbatên me hene, dixwazin van aliyan bi kar bînin, jê sûdê werbigirin... Divê hay ji vê yekê hebe. Bila malbatên me bi vê zanibin; salên 90'î dibe ku mayina li çiyê zor û zehmet bû, pêwîstî bi îrade û hêzeke mezin a biryardayinê hebû. Lê belê îro li çiyayên Kurdistanê bi dehan derfet hene. Ji aliyê pêşvebirin, perwerde, xwedîkirin, lojîstîk û teknîkê ve gelek derfetên gerîlayên Kurdistanê hene. Bila malbatên me meraqê nekin û nekevin xefika polîtîkayên şerê taybet ên dijmin. Di nava 40 salî de sîstema dewletê gelek caran hewl da me biqedîne, lê em neqediyan. Bû 40 sal, lê em partî, artêş û tevgerek hîn ciwan in. Bi gotina 'Em ji nû ve dest pê dikin' bi hêviyên mezin em bi pêş ve diçin."

'EM Ê NE WEKE BERÊ BIJÎN, NE JÎ WEKE BERÊ ŞER BIKIN'

Fermandara YJA Starê Nalîn Dilpak got, bila dost û dijmin zanibe ku êdî motîvasyona wan a şer cudatir e, ew artêşa xwe mezintir dikin û herî dawî got, "Hêzên me yên artêşê ku li Kurdistanê gav avêtin, mezin û berfireh bûn, êdî gav avêtine nava Rojhilata Navîn û pêş ve diçin. Li ku derê pêwîstî pê hebe li wir e. Li ku derê jinek hebe û bêje 'Bibin dengê me' hêzên me yên artêşê wê xwe li wir bi rêxistin bikin. Em zane bûn, me nû dest pê kir û em mezintir dibin. Bila dilê gelê me û dostên me rehet be. Dijminê me jî bila baş bitirse, ji ber ku di dema nû ya şer de îdîa û biryardariya me mezintir e. Pêvajoyeke şoreşê heye ku divê em xwe bigihînin; Yekîneyên Artêşa Jinê ya Rojhilata Navîn hene ku xeyala me ye û em dixwazin ava bikin. Asoyê me berfireh e ji bo em li cîhanê belav bibin. Mîna ku Rêberê me di perspektîfa xwe de ji bo me got, 'Em ê ne mîna berê bijîn, ne jî mîna berê şer bikin'."