Ji destê jinan dimsa merxê ya derman

Sevîm Kaplan ku bi firotina dimsa merxê ku ji gelek nexweşiyan re derman e debara xwe dike, got, ''Jin bila xwe tevlî hilberandinê bikin û bi keda xwe pereyan bi dest bixin''.

Dimsa merxê ku van salên dawî pir pirsa wê tê kirin ji bo gelek nexeşiyan baş e. Sevîm Kaplan a ku li navçeya Aladagê ya Edene dijî û ji zaroktiyê ve merxê ku dide hev, dike dims û difiroşe weke gelek jinên li gund debara xwe bi vê dike. 

Kaplan dibêje, ew dimsê li kermes û festîvalên Edeneyê difiroşe û bi berdewamî dibêje, ''Em Cotmehê daran dihejînin, dikevin erdê û em wan didin hev. Piştre em wan dişînin, du rojan di nav avê de dihêlin. Piştî du rojan jî ava wê diparzinînin, bi kêmanî 5 saetan dikelînin û piştre dixin şûşeyan û difiroşin.''

'JINÊN GUND BI VÊ DIMSÊ DEBARA XWE DIKIN'

Kaplan dibêje jinên gund piranî vî karî dikin û dibêje, ''Ji zaroktî ve vî karî dikim. Ev dims ji bo gelek nexweşiyan baş e,ji bo astim û bronşîtê. Gelek kes darê zanin lê nizanin ku ev dims ji wê çêdibe. Ev dar piranî li herêmên bejî şîn tê. Li navçeyên Aldag, Karaîsalî piranî ev dims tê çêkirin.

Kapan got van demên dawî pir pirsa dimsa merxê tê kirin û got, ''Ev dimsa ku ji bo gelek nexweşiyan baş e bi kedeke mezin tê hazikirin. Bihayê wê jî ne gelek e. Ez ji bo her kesî pêşniyar dikim. Berê bi keviran dihate şikandin. Gelek ked didanê niha bi mekîneyan tê eciqandin lê dîsa jî kedê lê didin.

Li gund piraniya jinan bi vê dimsê debara xwe dikn. Li gund em gelek berên organîk digihînin û wiha keda xwe tevlî hilberandinê dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku xwe tevlî hilberandinê bikin û ew bi xwe pereyên xwe bi dest bixin.''