Di nava artêşa Brîtanyayê de jin wê êdî li her qedemeyê hebin

Li Brîtanyayê wê dawî li cihêkariya li nava artêşê li jinan tê kirin bê anîn. Û artêş bi rengekî welê were bi rêk û pêk kirin, ku jin karibin li hemû qedemeyan cih bigirin.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Parastinê yê Brîtanya Mezin Gavîn Wîllîamson, xizmetên li nava artêşê ku beriya niha tenê ji aliyê mêran ve dihatin kirin, wê ji niha û pê ve li jinan jî vekirî bin.

Wezîr Wîllîamson diyar kir, artêşa Brîtanyayê wê êdî li şûna 'zayend' li gorî 'qabiliyetê' were organîzekirin. Wîllîamson got, ev pîvan ji bo hemû artêşan û yekîneyên li nava artêşê derbasdar e. Wîllîamson destnîşan kir ku komandoyên SAS û hêzên deryayî jî di nav vê de hene.

Li gorî daxuyaniya bi navê wezîr hate weşandin, wezîfekirina jinan li nava artêşê wê rê li ber wê yekê veke ku 'mirovên rast ji bo erk û wezîfeyan bên hilbijartin' veke.

Li Brîtanya Mezin, artêşê Tîrmeha 2016'an biryarek girtibû û îlan kiribû ku qedeme bi qedeme wê qedexeyên li jinan tên ferzkirin werin rakirin. Di çarçoveya vê biryarê de destpêkê karê ajotina tankan û wesayitên leşkerî ji jinan re hatibû dayin.

Li gorî daxuyaniya dawiya meha Nîsanê ya artêşa Brîtanyayê, rêjeya leşker û wezîfedarên jin 10,2 ji sedî ye.