Xidro: Dewleta Tirk ji DAÎŞ'ê ya hov bêhtir taloke ye

Seroka Konseya Rêveberiya  Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û got, ''Hemû jinên cîhanê divê berevaniyê li pergala demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin''.

Seroka Konseya Rêveberiya  Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û Girê Spî û got ew ê berxwedana xwe ya li dijî dewleta Tirk bidomînin. Xidro gelên cîhanê û jinên ku li dijî zilma DAÎŞ'ê ji bo Kobanê rabûne ser piyan slav kir û her wiha bang li jinên cîhanê kir ku li dijî faşîzma dewleta Tirk û çeteyên wê, li dijî hişmendî û ferzkirinên antî demokratîk ên rejîmê li cem jinên Sûriyê bisekinin û berevaniyê li rêveberiyên demokratîk ên jinê bikin.

'TALOKEYEKE JI DAÎŞ'Ê MEZTIR E'

Cîhan Xidro got di salvegera 4'an a 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanrê talokeyeke ji DAÎŞ'ê meztir li ber jinên Sûriyê ye û domand, ''Dewleta Tirk berê, berê çeteyên xwe da ser me. Lê niha ew bi xwe êrîşê tîne bajarê rûmetê yê hemû jiyanê cîhanê, Kobanê. Ji ber ku her çendî 7 salan jin kuştin û kirin kole jî, bi pêşengiya jinên Kurd li Sûriyê jin gaveke mezin dane ber xwe.''

'BI ŞOREŞÊ ME JINBÛNA XWE NAS KIR'

Xidro bi berdewamî diyar kir bi Şoreşa Rojava de li Bakurê Sûriyê jinan gaveke mezin dane ber xwe û li Kobanê bandora xwe li tevahiya cîhanê kir. Xidro wiha pê de çû: ''Ji 2011'an ve li Sûriyê bi şerê navxwe me êş kişand, bi Şoreşa Rojava re em jin hay ji hêza xwe çêbûn. Mînak ez 2013'an piştî ku ji Şehbayê derbasî Efrînê bûm min xwe tevlî nav xebatên civakî û jinan kir.

Me jinan xwe tevlî nav xebatên rêveberiya demokratîk kir. Li Kobanê bi berxwedana YPG-YPJ'ê hevkarê Erdogan DAÎŞ şikestina xwe ya pêşî xwar. Ev pir girîng bû. Cara pêşî bû ku jinên Rojava li dijî mêrên herî kirêt bê sekn û rawest têkoşiyan û derba pêşî û ya giran ji wan xwarin.''

Xidro her wiha got, ''Îro li qadên azad ên Bakurê Sûriyê jin rêxistinî ne, hemû xebatan bi nasnamya xwe dike. Bi pergala hevseroktiyê û kotaya jinan li dijî bandora pergala zilamserwer mafê jinan diparêze.''

'DERBA HERÎ MEZIN DEWLETA TIRK LI JINAN DA'

Xidro bal kişande ser hovîtiya dewleta Tirk a piştî ku Efrîn dagir kirî û got, ''Li Efrînê me bi hev re pergaleke wiha ava kiribû ku jin bi keda xwe hebû, bi azadî ya xwe digot û di her qonaxa wê de bi wekhevî di nav rêveberiyê de cih digirt. Lê niha hem li Şehbayê cihên dagirkirî û hem jî li Efrînê, mîna ya ku DAÎŞ'ê kirî, her çendî bi eşkere ji raya giştî re neyê gotin jî pergala şerîatê danîne. Jinan direvînin, tecawizê li wan dikin. Jinên ku berê di nav pergala demokratîk de cih girtin, xebitîn têne kuştin. Bi Efrîn û Şehbayê re têkiliyên me hene, niha li wan deran jin bi tirs û ezabê dijîn.''

'EM DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ NAXWAZIN'

Cîhan Xidro bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û got, ''Îro dewleta Tirk hem Kobanê û hem jî qadên azad ên Bakurê Sûriyê dike hedefa xwe. Me jinên  Bakurê Sûriyê dît ku çeteyên ku jê re OSO dibêjin, DAÎŞ û dewleta Tirk çendî dijminê jinan û civakê ne û me li serboriya hev jî guhdar kir. Em bi ti awayî çeteyan û dewleta Tirk naxwazin û êrîşên wan qebûl nakin. Em Ereb, Kurd, Tirkmen û hemû gelên din li ser xaka xwe em dixwazin bi azadî bijîn. Êrîşa li ser Kobanê û li ser qadên azad ên Bakurê Sûriyê êrîşa li ser mirovahiyê û êrîşa li ser hêviya azadî û demokrasiyê ya jinan e.''

'BIBIN DENGÊ ME'

Seroka Konseya Rêveberiya  Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro  herî dawî got, ''Ez li vir dixwazim bang li jinên hemû cîhanê bikim. Bibin dengê me. Li Rojava û qadên azad ên Bakurê Sûriyê jinan li gel êşa mezin jî pergala xwe ava kirin. Pergala me ya demokratîk, beşdarvan, ku hemû gel û jin dikarin bi azadî xwe lê bibêjin, pergala jinê ye. Hemû jinên cîhanê li devera ku lê ne divê berevaniyê li pergala demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Ji ber ku ev pergala jinê ye.
Ên ku derfetên wan hene dikarin werin li cih pergalê bibînnin û yên ku derfetên wan nîn in jî li cihê ku lê ne divê tiştinan bikin. Ên ku êrîşê tînin ser jinên Bakurê Sûriyê û Rojava êrîşê tînin ser hemû jinan. Li Idlibê ku zexteke giran a çeteyan li ser jinan heye cîhana ku dide pey Erdoganê ku paşmêrê çeteyan e û bi dibêje 'Li Idlibê sivîl hene'' destûrê didine haziriyên komkujî û qirqirina jinan a Erdogan. Divê jinên cîhanê bersivekê bidine vê. Ji bo dahatuya xwe jî divê zorê bikin ku dewletê wan dev ji van polîtîkayên dirû biqerin.''