HDP: Divê Nadiye Gurbuz serbest were berdan

Meclîsa Jinan a HDP’ê xwest ku bila endama Meclîsa Partiyê û ya Jinan a HDP’ê Nadiye Gurbuz serbest were berdan.

Meclîsa Jinan a HDP’ê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û nerazîbûn nîşanî destgîrkirina Gurbuz da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Koalîsyona şer a AKP û MHP’ê her roj şîddeta xwe ya li ser destkeftiyên jinan zêdetir dike.

Herî dawîn jî endama Meclîsa Partiyê û ya Meclîsa Jinan Nadiye Gurbuz dema ku ji bo lêpirsînekê biçe îfadeyê bide, ji aliyê dozgeriyê ve hatiye destgîrkirin.

Em ê bi reng û gotina xwe di qada siyasetê bin û em ê li heberî koalîsyona şer a AKP û MHP’ê gotina xwe teqsîr nekin. Em ê têkoşîna xwe ya mafdar û rewa ya azadiya jinê geş bikin.

Divê rêhevala me Nadiye Gurbuz serbest were berdan.”