Bêrîtan asta herî bilind a jinên Kurd ên berxwedêr e

Ji fermandarên YJA Starê Eylem Ronî û Rojda Sîîrt gotin, Bêrîtan asta herî bilind a jinên Kurd ên berxwedêr e.

Gulnaz Karataş (Bêrîtan) 25'ê Cotmeha 1992'an li herêma Xakurkê li dijî hêzên dagirker û hevkarên wan li ber xwe da, teslîm nebû û bi têkoşîna xwe bû xetek di nava tevgera azadiyê ya Kurdistanê de. Ji fermandarên YJA Starê Eylem Ronî û Rojda Sîîrt qala têkoşîna Bêrîtan kirin.

Eylem Ronî destpêkê hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û got, "Jinên Kurd her tim ji bo xaka xwe, ji bo welatê xwe şer kirine û li ber xwe dane. Lewma welatparêziya jinên Kurd gelekî mezin e. Di dîroka Kurdan de Zarîfe û Besê baş tên naskirin. Dema ku mirov van her du jinên ji Dersimê dinirxînin, hingî rastiya jinên Kurd dibînin."

BÊRÎTAN WÊREKÎ, ŞERVANÎ Û BERXWEDÊRIYA JINÊN KURD RAXIST PÊŞ ÇAVAN

Ronî anî ziman ku Zarîfe tê wateya gerîlaya destpêkê û wiha dewam kir: "Bi pêşengiya Rêber Apo me artêşek ava kir. Lê di bingeha avabûn û mezinbûna vê artêşê de ev kevneşopî û mîrate heye. Zarîfe û Besê du ji nûnerên herî girîng û watedar ên vê kevneşopiyê ne. Zarîfe bi sekna xwe, nêrîna civakê ya li jinên Kurd parçe kir."

Ronî bi bîr xist ku Bêrîtan jî ji Dersimê ye û got, "Rêbertî ji bo wê got, 'Dersim kir Botan; Botan kir Dersim'. Hevala Bêrîtan di rastiya artêşbûna jinê de xetek e. Bi rengekî çalak cihê xwe di nava artêşbûnê de girt û kir ku jin bi xurtî tevlî şer bibin. Xwest ku xwe di nava şer de biafirîne. Bêrîtan bûye asta herî bilind a jinên Kurd ên berxwedêr. Dema ku çeka xwe şikand û xwe ji kendêl avêt, hingî wêrekî, şervanî û berxwedêriya jinên Kurd raxist pêş çavan."

BÊRÎTAN RUHÊ HER SERDEMÊ YE

Fermandar Rojda Sîîrt jî da xuyakirin ku Bêrîtan bi sekn û çalakiya xwe baweriyeke mezin da jinan û got, "Hevala Bêrîtan nîşan da ku welatparêzî û welat bi jinê, jin jî bi welat dikarin bi ser bikevin. Bêrîtan kesayeteke hevgirtî ye. Rojane ye. Ruhê her serdemê ye. Di heman demê de ruhê vê serdemê ye. Niha li dijî tevgera me konsepteke êrîşê ya navneteweyî heye. Yekane rêya têkbirina vê konseptê, geşkirina rêbaza Bêrîtan e."

Li ser tespîta "Bêrîtan ji bo me Jeanne d'Arc e' ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate kirin, Rojda Sîîrt bi bîr xist ku sala 1412'ê dema Jeanne d'Arc ji dayik bû, nîvê Fransayê ji aliyê Îngilîzan ve hatibû dagirkirin û got, "Welatparêzî, neteweya demokratîk di şexsê Jeanne d'Arc derkete pêş. Hişmendiya welatparêziyê ya bi Jeanne d'Arc re bilind e. Nikare li pêşberî vê dagirkeriyê bêdeng bimîne."

Fermandar Sîîrt bi dewamî got, "Jeanne d'Arc ji bo parastina welatê xwe dixwest şer bike, li ber xwe bide. Lê Qral dixwest dîplomasiyê bide pêş. Jeanne d'Arc jî jê re dibêje 'Ev welat ne welatê te ye, welatê gel e'. Ev rastî dişibe ya Bêrîtan jî. Dema ku Osman Ocalan dibêje dîplomasî, Bêrîtan jî xeta berxwedanê ferz dike. Di şerê Başûr ê 1992'an de Rêbertî dibêje, 'Dijmin pê li cenazeyên me bike jî hûn ê teslîm nebin, hûn ê li ber xwe bidin'. Hevala Bêrîtan heta dawiyê li ber xwe da û teslîmiyet qebûl nekir."

Eylem Ronî jî destnîşan kir ku Bêrîtan ev peyam da dijmin: "Tu bi tank, top û hemû teknîka xwe bi ser me ve bê jî em ê teslîm nebin, em ê teslîmiyetê qebûl nekin". 

Ronî got, "Teslîmiyet ji bo jinên Kurd tê wateya mirinê. Xiyanet jî bi vî rengî ye. Hevala Bêrîtan bi rêya çalakiya xwe ew mesaj da û li ser vê bingehê bû xetek. Vê xetê jî xwe gihand nifşên nû. Ev yek li Xakurkê di şexsê Axîn Meşkan de jî derkete holê. Dijmin niha tenê bi teknîkê şer dike. Tevî vê teknîkê jî hevala Axîn Meşkan ev îspat kir: 'Em bi îrade rûmet û ruhê têkoşînê bersivê didin teknîka te. Hevala Axîn xwe ji zinar avêt. Ew ne tenê ji bo Xakurkê ji bo hemû gerîlayên YJA Starê bû sembolek. Eger jinek wê li çiyê bijî û şer bike, divê bi vî rengî bijî û şer bike."