Dayikên Şemiyê: Em mafê veşartina kuştiyên xwe dixwazin

Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya 710’emîn di bin ablûkaya polîsan de pêk anî.

Dayikên Şemiyê ku heta hefteya 699'an li Qada Galatasarayê daxuyanî dan û di hefteya 700'î de bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu çalakiya wan hat astengkirin, 10 hefte ye rastî astengiyên polîsan tên. Dayikên Şemiyê ku di hefteya 710'an de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiyê pêk bînin dîsa rastî astengiya polîsan hatin. Dayikên Şemiyê ku ewil li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê kom bûn, xwestin bimeşin Qada Galatasarayê. Lê ji ber ku polîsan avahîya ÎHD'ê dorpêç kir, destûr nedan ku dayik biçin Qada Galatasarayê. Li ser vê yekê Dayikên Şemiyê wêneyên xizmên xwe yên winda hilgirtin û pankarta wêneyê windayan vekirin. Piştre jî li ber avahiya ÎHD'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn ê ku di 14'ê Cotmeha 1994’an de piştî ku hate destgîrkirin, hate windakirin. Di çalakiya di bin dorpêça polîsan de parlamenterên HDP'ê Oya Ersoy, Huda Kaya û Parlamenterê CHP'ê Ali Şeker jî amade bûn û piştgirî dan dayikan.

Vê hefteyê daxuyanî ji aliyê endama ÎHD'ê Sebla Arcan hate xwendin. Arcan, diyar kir ku çalakiya wan a li Qada Galatasarayê tê astengkirin û wiha got: “Daxuyaniya li Qada Galatasarayê û parvekirina fikrên me li gorî Qanuna Bingehîn û zagonan mafekî herî rewa û hiqûqî qe. Lê ev mafê me bi zora polîsan ji destê me hatiye girtin. Ji ber em mafê xwe yê edalet û hiqûqê dixwazin polîs bi bombeyen gazê û tundiyê êrîşî me dikin. Der û dorê me bi polîsên çekên giran tên dorpêçkirin.

ÇÎROKA NAZIM GULMEZ

Nazim Gulmez ê 61 salî û bavê 9 zarokan, li Gundê Taşitli yê Navçeya Hozat a Dersimê sewalkarî û çandinî dikir. Nazim Gulmez, ji aliyê cîran û derdorê ve pir dihat hezkirin. Di 14'ê Cotmeha 1994'an de dema leşkerên Tûgaya Komando ya Bolu li herêmê derketin operasyonê hatin gundê Taşitli û leşkeran Nazım Galmez li malê destgîr kirin û xwestin li nava zeviyan pêşengiyê ji wan re bike. Gulmez û 3 gundiyên din jî bi xwe re birin. Hemû gundî şahidê vê yekê ne. 3 kesên li gel Gulmez hatibûn destgîrkirin, demek şûnde hatin berdan. Lê Gulmez carek din nehat berdan û ji wê demê heta niha winda ye."

Arcan, anî ziman ku malbat ji bo Gulmez bibînin serî li hemû rayedarên saziyên dewletê dan, lê heta niha tu encam bi dest nexistine.

Xwişka Cemil Kırbayir Fatma Kirbayir jî axivî û wiha got: “38 sal in em li Cemîl digerin. Dayika min heta van deran hat. Ji bo kurê xwe bibîne bi Erdogan re jî hevdîtin kir. Erdogan got 'Em ê bibînin' Lê hêj tu encam tune. Em tenê li hestiyê zarokên xwe yên winda digerin.  Em tenê edaletê dixwazin."

KARAKOÇ: EM MAFÊ VEŞARTINA KUŞTIYÊN XWE DIXWAZIN

Herî dawî birayê Ridvan Karakoç Hasan Karakoç jî wiha got: “23 sal in em li edaletê digerin. 23 sal in em têkoşîna ji bo edaletê didin. Em têkoşîna vê şermê, li vir didin. Em têkoşîna li dijî sûcê li hemberî mirovahiyê didin. Em mafê xwe yê rewa û gor û hestiyên zarokên xwe dixwazin ên ku hatine windakirin. Ev têkoşîn 3 nifş e, didome. Wê ji niha û şûnde jî heta bi encam bibe wê bidome. Em tu car dest ji vê têkoşîn û lêgerîna edaletê bernadin. Têkoşîna me ya edaletê wê her dem berdewam bike."