SMJÊ: Divê rêxistina jinên Êzidî bi lez û bez bê xurtkirin

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) ji bo dawî li qirkirina fîzîkî û çanda destavêtinê were anîn, bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê.

4’ê Mijdarê li bajarê Elmanya Bielefeldê civîna berfireh ya Rêveberiya SMJÊ hate li darxistin. Bi dehan nûnerên SMJÊ ji herêma Berlîn, Saarbrucken, Achim, Celle, Leer, Heidelkreis, Wesel, Emmerich û Bielefeld tevlî bûn.

Civîn bi merasîma rêzgirtinê destpê kir û berdevka SMJÊ Nurê Alkiş bi rê ve bir. Alkiş diyar kir "Xebatên jinên Êzîdî sala 2018’an gelekî berhemên pîroz afirandine. Lê di asta jor de pêwîstî bi bilindkirina Têkoşîna Azadiyê heye. Divê em vê têkoşînê bi awayekî bê navber bidomînin."

Hevseroka NAV-YEK’ê Çîçek Yildiz di civînê de axivî û kuştina 2 jinên ciwan ku hefteyekê li 2 bajarên cuda pêk hatibûn, şermezar kir. Yildiz girîngiya perwerdekirina jinan a di warê hişmendî anî ziman û "Tenê bi rêxistinbûneke mezin a li dijî hişmendiya zayendperest û desthilatdar ku jin wek koleyê xwe dibîne, qirkirina fîzîkî û çanda destavêtinê dikare were rawestandin."

Nûnera TAJÊ Pelda Şengalî jî bal kişand ser polîtîkayên hêzên dagirker ku di kesayeta jinên Êzîdî de bi rêbazên cuda hewl dide vîna civakê tune bike. Şengalî bi bîr xist, "Êrîşa di kesayeta Mam Zekî Şengalî de pêk hatî nîşaneya berdewambûna fermanê bû. Divê rêxistina jinên Êzîdî bi lez û bez were xurtkirin û pêşiya fermanan were girtin."

Di civînê mijareke sereke jî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Beşdarên civînê bi yekdengî biryara bilindkirina têkoşîna li dijî tecrîdê dan.

Civîn bi plansaziya sala 2019’an bi dawî bû. Cihekî berfireh ji têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê re hate veqetandin.