JIN
Hemû Nûçe
-
Li Amedê 8'ê Adarê: Daxwaza Leyla daxwaza me ye
Jin ji bo mîtînga 8'ê Adarê li Amedê têne cem hev. Jin bi dirûşmeyan li daxwaza Leyla Guven xwedî derdikevin. -
Gerîlayên YJA Starê 8'ê Adarê pîroz kirin
Gerîlayên YJA Starê 8'ê Adarê pîroz kirin û Leyla Guven silav kirin. Zozan Çewlig li pîrozbahiyê axivî û got, "Di gerîlatiya nûjen û şerê demê de em ê bi roleke girîng rabin. Di xeta Zîlan de pêşengiyê bikin û dawî li tecrîdê û zîhniyeta serdest bînin." -
'Azadiya jinê azadiya civakê ye'
Koordinasyona Meclisên Gundê Êzidiyên Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê li tevahiya jinên Êzidî, Kurdistan û cîhanê pîroz kir. -
Şervanên YPJ'ê bi merasîmeke bi heybet 8'ê Adarê pîroz kirin
Li herêma Cizîrê bi sedan şervanên YPJ'ê 8'ê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi coşekî mezin û bi ruhê berxwedanê pîroz kirin. Pîrozbahî bi merasîmekî leşkerî dest pê kir. -
SMJÊ: Bi ruhê 8 ê Adarê şoreşa jinê biparêzin!
Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û got: Êdî dem hatiye ku her roj bi ruhê 8 ê Adarê a Leylayan tundiya li ser jinê ku polîtîk e were hilweşandin.” -
Li 5 bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
Li bajarên Lavrio, Basel, Lozan, Langenthal û Londonê çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin. -
Jin zêde dixebitin, kêm qezenç dikin!
Ji bo şermezarkirina newekeviya hatineya jin û mêr, îro li Elmanyayê greva giştî pêk tê. -
Li gelemperiya Belçîkayê 8’ê Adarê jin dikevin grevê
8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê wê li gelemperiya Belçîkayê jin bikevin grevê. Jinan banga tevlîbûna grevê kirin. -
Jinên Ciwan ên Azad: Agirê berxwedanê bilind bikin
Koordînasyona Jinên Ciwan ên Azad ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da, banga bi ruhê 8’ê Adarê agirê berxwedanê bilind bikin. -
Endama PM’ê ya HDP’ê Yerlîkaya hate girtin
Endama PM’ê ya HDP’ê Zelal Yerlîkaya ya di operasyonên qirkirina siyasî de hatibû destgîrkirin hate girtin. -
Jinên femînîst ên Swîsreyê ji bo Ocalan çalakî li dar xistin
Li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê Kolektîfa Jinên Femînîst ji bo balkişandina tecrîda li ser Ocalan li Zanîngeha Zurîhê çalakî li dar xistin. -
Çalakiyên 8'ê Adarê: Jin wê tecrîdê jî faşîzmê jî têk bibin
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hate ragihandin ku jin wê tecrîdê jî faşîzmê jî têk bibin. -
Li Amedê tevna li dijî tundiya li jinê hat avakirin
Komalaya Jinê ya Rosa û rêxistinên civaka sivîl ên Amedê, ‘Tevna li dijî tundiya li jinê’ ava kirin. -
Rapora tecawizê: 52 êrîşên zayendî û tacîzê çêbûne
Bûroya Alîkariya Hiqûqî ya li dijî Tacîz û Tecawiza Dema Destgîrkirinê diyar kir 2018'an 3 êrîşên zayendî li jinan çêbûne û 49 jin ji hêla zayendî ve hatine tacîzkirin. -
Peyama YJA-Starê ya ji bo 8’ê Adarê: Em ê rêxistinbûna xwe xurttir bikin
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê bi wesîleya 8’ê Adarê Rojê Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand û got ku “Li hemberî derbeyên ku dixwazin li têkoşîna jinan bixin, em ê rêxistinbûna xwe mezintir bikin.” -
TJA: Em ji bo jiyanê û bidin jiyîn li ber xwe didin, di grevê de
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo 8'ê Adarê peyam da û got, ''Em ji bo jiyanê û bidin jiyîn li ber xwe didin û di grevê de ne''. -
Varto: Rojeva me ya 8’ê Adarê xwedîderketina li grevên birçîbûnê ye
Berdevka TJK-E’ê Aliye Varto got, "8’ê Adarê rojeva sereke ya çalakiyên me, berxwedana grevên birçîbûnê ye. -
TJK-E'yê li Normandieyê panela '8'ê Adarê' li dar xist
TJK-E'yê li herêma Normandie ya Fransayê, panelek li ser 8'ê Adarê li dar xist. -
YPJ: Em bi têkoşîn û berxwedanê 8’ê Adarê pîroz dikin
YPJ: Em 8’ê Adarê li tevahiya jinên têkoşer, li tevahiya jinên cîhanê ku ji bo jiyaneke azad û demokratîk hewl didin, pîroz dikin, têkoşîna wan silav dikin. -
Gerîlayên YJA Starê 8'ê Adarê pîroz kirin
8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve hate pîrozkirin. Ji fermandarên YJA Starê Têkoşîn Toprak jî tevlî pîrozbahiyê bû. -
8’ê Adarê li Marsîlya bi meş û mîtîngekê hate pîrozkirin
Li bajarê Marsîlya Fransayê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê meşek û mîtîngek heta kirin. -
TAJÊ 8’ê Adarê li tevayî jinên azadîxwaz pîroz kir
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li tevayî jinên azadîxwaz pîroz kir. -
Ji bo Leyla Guven name ji Parlamenta Ewropayê re hate şandin
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî tên lidarxistin, daxuyanî tên dayin û rapor tên eşkerekirin. Jinan ji jinên di greva birçîbûnê de name şandin, her wiha ji bo Leyla Guven kart şandin ji Meclîsê û Parlamenta Ewropayê re. -
Girtiyên jin ê di Girtîgeha Gebzê de ji bo 8’ê Adarê name şandin
Girtiyên jin ên PKK û PAJK’ê yên di Girtîgeha Gebzeyê de di greva birçîbûnê de ne, ji bo 8’ê Adarê name şandin. -
Li Elmanyayê 8'ê Adarê li dehan bajaran jin wê derkevin kolanan
Li Elmanyayê ji ber 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li dehan bajaran wê jin li kolanan bin. YJK-E'yê bang li jinan kir ku bi rengekî xurt xwe tevlî nav çalakiyan bikin.