TAJÊ 8’ê Adarê li tevayî jinên azadîxwaz pîroz kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li tevayî jinên azadîxwaz pîroz kir.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir.

Di daxuyaniya TAJÊ de hate gotin; “Roja jinên kedkar ên cîhanê em jinên azadîxwaz, têkoşer û berxwedêr TAJÊ, destpêkê li Rêber Apo û di şexsê Leyla Guven û Nasir Yagiz de hemû çalakvanên greva birçîbûnê li zindanan, li Hewlêr, Mexmûr, Starsboûrg, Kanada,  Kelar û Brîtanya de, li her çar parçeyên Kurdistanê û giştî cîhanê, li hemû jinan pîroz dikin.

Di sedsala 21’mîn de jinên Êzidî ku wek kole û cariye hatin revandin û firotin em carek din şermezar dikin. Di pêşengtiya YPJ/YPG de bi dawîanîna DAÎŞ’ê tola jinan û hemû jinên Êzidî hate rakirin û derba mirinê li DAÎŞ’ê xistin.  Piştî Fermana 73’an ev serkeftin hişt ku hêviya azadiyê mezintir bibe.

 ‘AZADIYA RÊBER APO, AZADIYA GELÊ ÊZIDÎ YE’

Îro jiyana azad ji her demê nêziktire. Jinên zana bêtirs, bi biryar ku dinyayê dihejînin hene. Îro hevseroka KC’ê Leyla Guven bi berxwedana xwe ya 119 rojan bala dinyayê tev kişand. Ev berxwedan bu sedem ku dewlet Mehmet Ocalan bişîne gel Rêber Apo. Ev berxwedan wê bihêlê ku pergala Îmralî bişikê û Reber Apo di şert û zirûfên azad de bi me re bijî. Rêber Apo çawa berê xwest pêşiya fermana Êzidiyan bigire, dema azad bibe wê azadiya gelên Êzidî jî mîsoger bibe. Ji ber vê azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Berxwedana Leyla Guven berxwedana me ye. Berxwedana YBŞ û YJŞ berxwedana me ye.”