TJK-E'yê li Normandieyê panela '8'ê Adarê' li dar xist
TJK-E'yê li herêma Normandie ya Fransayê, panelek li ser 8'ê Adarê li dar xist.
TJK-E'yê li herêma Normandie ya Fransayê, panelek li ser 8'ê Adarê li dar xist.
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), li herêma Normandie ya li bakurê Fransayê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê panelek li dar xist.
Panel li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Normandieyê pêk hat û tevî jinên Kurd ên li herêmê, aktîvîsta TJK-E'yê Leyla Şoreşger weke qiseker beşdarî panelê bû.
'JIN DIVÊ XWEDÎ LI BERXWEDANÊ DERKEVIN'
Şoreşger qala dîroka 8'ê Adarê û têkoşîna jinê ya heta niha kir û bal kişand ser rola jinên Kurd a di nava vê têkoşînê de. Şoreşger got, "Di serî de grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven tê kirin, têkoşîna hevrêyên mey ên jin ji bo têkoşîna jinan li gelemperiya dinyayê gaveke mezin e." Şoreşger ji bo xwedîderketina li vê berxwedanê bang li jinan hemûyan kir.