Li Amedê 8'ê Adarê: Daxwaza Leyla daxwaza me ye

Jin ji bo mîtînga 8'ê Adarê li Amedê têne cem hev. Jin bi dirûşmeyan li daxwaza Leyla Guven xwedî derdikevin.

Beriya mîtînga bi dirûşma ''Jin ji bo azadiyê li ber xwe didin, jin di grevê de ne'' ku li Meydana Amedê ya 5'ê Hezîranê ya Demokrasiyê (Stesyon) ji bo 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê wê pêk were, hemû qadên ku diçine meydanê bi barîyerên polîsên hatine girtin. Jinên ku hê beRê sİBEhê ji Mêrdîn, Dêrik, Nisêbîn, Qoser û Rihayê bi rê ketin, gihaştine cihê mîtîngê, bi cilên xwe yên gelêrî. Jinan gelek caran gotin, ''Leyla Guven rûmeta me ye'', ''Bijî berxwedana zindanan'', ''Jin jiyan azadî'', ''Em serê xwe natewînin li ber xwe didin'', ''Bê Serok jiyan nabe'', ''bêdeng nemîne, jin hene'', ''Em ê jiyana bê jin bi ser serê we de hilweşînin.''

LI GEL ASTENGIYAN JÎ KETIN QADA MÎTÎNGÊ

Li qada mîtîngê pankartên bi nivîsên ''Jin li ber xwe didin'', ''Jin di grevê de ne'', ''Li dijî faşîzmê berxwedan'', ''dest li bedena min nede''daleqandin. Endamên DAKP, Meclîsa Jinan a KESK'ê, aktivîstên TJA'yê, Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê, Meclîsa Jinan a HDP'ê û gelek xwendekarên lîseyê, bi kincên gelêrî meşiyan. Jinan dowîzên ''Daxwaza Leyla daxwaza me ye'', ''Jin li dijî tecrîdê li ber xwe didin'' rakirin, bi hinceta polîsan ev dowîz hatine rakirin. Li gel astengiyan jî jin bi dirûşma ''Leyla Guven rûmeta me ye'' ketin qada mîtîngê.