Li 5 bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin

Li bajarên Lavrio, Basel, Lozan, Langenthal û Londonê çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin.

Li bajarê Lavrio yê Yewnanîstanê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meşek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPJ û PAJK'ê hatin hildan û wêneyên şoreşgerên jin ên li têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûn hatin bilindkirin.

Jinan di meşê de dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî Serok Apo", "Leyla Guven rûmeta me ye", "Bijî 8'ê Adarê" qîriyan û pişte mîtîngek pêk anîn.

BASEL

Li bajarê Baselê yê Swîsreyê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî bi beşdariya jinên enternasyonalîst ên Swîsreyî, jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî panelek hate lidarxistin. Di panelê de Şoreşa Rojava, berxwedana jinê û gundê Jinwar ê 10'ê Adara 2017'an de hate çêkirin, hatin nasandin.

Aktîvîstên TJK-E'yê li panelê axivîn û li ser Şoreşa Jinê ya Rojava nirxandin kirin. Panel bi nîşandana sînevîzyonê qediya.

LANGENTHAL

Li bajarê Langenthalê, bi wesîleya 8'ê Adarê jinan ji bo Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê kart şandin û piştî dan wan. Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan a Nûda ve hate organîzekirin.

LOZAN

Li Lozanê jî, Meclîsa Jinan a Lajin û saziyên dost, bi wesîleya 8'ê Adarê li CDK'ê konferansek li dar xistin. Di konferansê de pirsgirêkên jinên koçber hatin nirxandin.

LONDON

Li Londonê jî TJK-E'yê panelek li dar xist û li ser jiyan û têkoşîna Leyla Guven sînevîzyon hate nîşandan.