TJA: Em ji bo jiyanê û bidin jiyîn li ber xwe didin, di grevê de

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo 8'ê Adarê peyam da û got, ''Em ji bo jiyanê û bidin jiyîn li ber xwe didin û di grevê de ne''.

TJA'yê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser êrîşên li ser jinan ên li tevahiya cîhanê û got, jin li tevahiya cîhanê li ber xwe didin û jinên Kurd pêşengiya vê berxwedanê dikin.

TJA'yê di daxuyaniya nivîskî de polîtîkayên tifaqa faşîst a AKPM-MHP'ê ya kedxwarî, mêtingerî, tecrîd û tundiyê bi bîr xist, got ew ti carî li dijî van polîtîkayan bêdeng nemane, tim li ber xwe dane û diyar kir, ''Li dijî van polîtîkayên faşîst û yekreng, li dijî zayendîparêziya pergala zilamsewer, qedexekar, zordest û dagirker, bi hêza jinê, bi vîna jinê û bi rêxistiniya xwe em li ber xwe didin.''

TJA'yê tecrîda sedsalê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist, got, tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser civakê ye, welat ber bi tarîtiyê ve biriye, bi bîr xist ku li dijî tecrîda li ser Ocalan bi pêşengiya Leyla Guven greva birçîbûnê dest pê kiriye û domand, ''Bi sedan jin û girtiyên siyasî li tevlî greva birçîbûnê bûne û têkoşîn geş kirine.''

TJA'yê got ew li dijî hêzên ku dixwazin wan mehkûmî tarîtiyê bikin, ew li cem Leyla Guven in ku deriyê zindanê vekiriye û domand, ''Em jin bi berdêlên mezin destkeftiyên me çêdibin. Bi geşkirina berxwedanê, li dijî hişmendiya faşîst ku dixwazin me biçewisînin, em dibêjin, ''Em ji bo jiyanê û bidin jiyîn di grevê de ne''. Li dijî her cure zordariyê, em ê dengê xwe rakin û têkoşînê geş bikin.''

TJA'yê herî dawî banga tevlêbûna li mîtîngên Amed, Wan, Êlihê ya 8'ê Adarê li hemû jinan kir.