YPJ: Em bi têkoşîn û berxwedanê 8’ê Adarê pîroz dikin

YPJ: Em 8’ê Adarê li tevahiya jinên têkoşer, li tevahiya jinên cîhanê ku ji bo jiyaneke azad û demokratîk hewl didin, pîroz dikin, têkoşîna wan silav dikin. 

Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Yekîneyên Jin ên Parastinê (YPJ) peyameke nivîskî belav kir. YPJ’ê di daxuyaniyê de bal kişand ser giyana berxwedanê û di kesayetiya Leyla Guven de berxwedana hemû jinên têkoşer silav kir. Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:

''HIŞMENDIYA ZORDDEST BI TÊKOŞÎNA JINÊ TÊK DIÇE'

“Em di demeke wiha de dijîn ku kêlî bi kêlî têkoşîn û berxwedana jinan lê mezin dibe. Bi vê giyanê têkoşîn û berxwedanê jinên Kurd û tevahî jinên têkoşer yên li her çar aliyê cîhanê îro, li hemberî hişmendiya baviksalarî ya ku kuştina jinan rewa dibîne, 8’ê Adarê pêşwazî kirin. Bêguman ev serkeftineke watedar e. Têkoşîna jinan di roja îro de bi giyaneke hevgirtî, bersivê dide pergala mêtînger ku xwe li ser tinebûna jinê, li ser nenaskirina vîna jinê, li ser piyan digire. Ev hişmendiya zordest li hemberî têkoşîna jina ku xwe bi têkoşîn, şerkirin û avakirina hişmendiya parastinê diafirîne, ber bi têkçûnê diçe. Di kesayetiya çeteyên DAÎŞ’ê de bi awayekî berbiçav dixuyê. 

'DAÎŞ TESLÎMÎ YPJ'Ê DIBE'

Çeteyên DAÎŞ’ê ne tenê hêzeke çekdar bû ku derketibû li ser dika dîrokê; ew di serî de temsîlkarê hişmendiya mêrê serdest bû. Çeteyên DAÎŞ’ê hebûneke li ser dijminahiya jinan, hatiye avakirine. Tevahî jinan, mirovahî û cîhanê dît ku çeteyên DAÎŞ’ê hêzeke wiha ku hemû nirxên civakî binpê dike. Di şexsê jinê de hewl dide ku rûmet, çand û exlaqê civakê ji holê rake. Tevahî cîhan, mirovahî û jinan şahidiya vê hovîtiyê kir. Çeteyên DAÎŞ’ê bi kiryarên xwe yên hovane li ser jin, zarok û mirovahiyê tevahî cîhan di nav metirsiya mirinê de pêçabû. Lê îro ev hêz li hemberî giyana berxwedêr ya ku di şexsê YPJ’ê de bûye temsîla giyana hemû jinên têkoşer, serî ditewîne, çong datîne û teslîmî jinan dibe. Ev îfadeya raz têkoşîna jinan a vê serdemê ye. 

'DI DEMEKE NÊZ DE WÊ MÎZGINIYA TÊKOŞÎNA DAÎŞ'Ê WERE RAGIHANDIN'

Hêza ku jin mehkûmî qefesan dikir îro bi destê YPJ’ê ku îlhama xwe ya têkoşîn û şerkirinê ji tevahî têkoşîna jinan ya cîhanê digre, tê têkbirin. Wê di demeke nêz de mizgîniya têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê ya li hemberî jinên di têkoşînê de bi israr in, werê ragihandin. Ev têkçûna çeteyan em îro di arîfeya rasthatina 8’ê Adarê û nêzîkbûna Newrozê de dijîn. Ev her du roj ji bo tevahî jinan û gelên berxwedêr xwedî wateyên dîrokî ne. Ev têkoşîn bi saya fikir, birdozî, felsefe û keda Rêber APO ji bo jinan pêşkêş kiriyê de tê bidestxistin. Me di oxira vê têkoşîna dijwar de bi sedan hevrêyên xwe şehîd dan. Destpêkê di berxwedana serdemê de û di pêngavên din de, me gelek hevrêyên hêja di vê meha bi wate ya Adarê de şehîd dan. Ev meh ji bo me xwedî girîngiyek nirxdar yê mezin e. Li hemberî dijminê mirovahiyê her şervaneke me bê ku li pişt xwe binire bi ser çeteyên hov de çûn. Me YPJ’ê soz da bû şehîdan, ku heya azadiya tevahî jinan neyê misogerkirin wê têkoşîna me berdewam bike. Em ê bi vê bîr û baweriyê ji vir û pê ve têkoşîna xwe ya ji bo bicihanîna armanc û xeyalên hemû jinan têkoşîna xwe ya azadiyê berdwam bikin. Ev ji bo me deynekî hevrêtiyê, ji bo hemû şehîdên jin ku di oxira bidestxistina mafê jinê de canê xwe feda kirine. 

'JINA KU XWE BIPARÊZE JIYANÊ DIPARÊZE'

Em têkoşîna jinan ya li hemberî pergala tinekirin, kuştin, bêvînkirin û bênasnamekirina jinê, ku her cure tundiyê li ser wê rewa dibîne, bang li hemû jinan dikin ku bibin xwedî hişmendiya xweparastinê. Yekane riya rizgariya jinê ya ji pergala qirkirina jinê rewa dibîne, avakirina parastina cewherî ye. Jina ku xwe biparêze, jiyanê diparêze; jina ku xwe biparêze civakê diparêze; jina ku xwe biparêze hemû nirxên civakî diparêze… Parastin ferz e. Em vê ferzê bi têkoşîn û şer li her qada ku jin lê dihilmije, ava bikin. 

Em bi vê wate û girîngiyê 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Careke din em 8’ê Adarê li hemû jinan, gelên ku têkoşîna jinan bi dilgermî hembêz dikin, di şexsê jinên îro di grevên birçîbûnê de û tevahiya berxwedêrên gravên birçîbûnê; her wiha li tevahî jinên Bakûrê Sûriyê û jinên di van kêliyan de, di çeperên şer yên herî pêş de li ber xwe didin, pîroz dikin.