8’ê Adarê li Marsîlya bi meş û mîtîngekê hate pîrozkirin

Li bajarê Marsîlya Fransayê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê meşek û mîtîngek heta kirin.

Meşa bi dirûşma ‘Berxwedana jinê azad dike’ hate kirin, Leyla Guven û berxwedêrên grevan hatin silavkirin û peyama ‘Berxwedana Leylayan soza serketinê ya bihara jinê ye’ dan.

Li bajarê Marsîlya Fransayê bi pêşengiya TJK-F û Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi meş û mîtîngekê hate pîrozkirin. Meşa bi tevlîbûna sedan jinî saet 15:00’an li Qada Canebîerê destpêkir. Di meşê de wêneyên Leyla Guven, berxwedêrên li Strasboûrg, Mexmûr û girtîgehan hatin hildan.

Di meşê de pankarta ‘Berxwedana jinê azad dike’ hate vekirin û dowîzên ku şervanên jin ên Kjurd ku li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe didin hatin hildan.

Jinan bê navber dirûşmên ‘Em hemû Leyla ne’, ‘Bijî Berxwedana Leyla’, ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Bijî piştgiriya jinan’ hatin qîrkirin. Meşa jinan a bi tilîlî û erebaneyan eleqeyek zêde dît.

Piştî meş gihişte Vîeûx Portê û şûnde li qada mîtîngê peyama Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa hate xwendin. Li ser navê Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan jî Sûzan Varto berxwedêrên grevên birçîbûnê yên bi berxwedanekî mezin 8’ê Adarê pêşwazî dikin silav kir. Varto destnîşan kir ku ev pêvajo bi pêşengtiya jinan pêş ketiye û bang li hemû jinan kir ku deng bidin dengê Leylayê.

Her wiha li ser navê TJK-F’ê jî Jiyan Ege axivî û diyar kir ku çalakiya Leyla Guven helwestekî dîrokî ye. Çalakiya Leyla Guven helwesta berxwedana 8’ê Adarê ye. Qêrîna azadiyê ye. Ege got: Ya dikeve ser milê me bûna deng dana vê qêrînê ye. Ya dikeve ser milê me xurtkirina vê berxwedanê ye.