'Azadiya jinê azadiya civakê ye'

Koordinasyona Meclisên Gundê Êzidiyên Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê li tevahiya jinên Êzidî, Kurdistan û cîhanê pîroz kir.

Koordinasyona Meclisên Gundê Êzidiyê Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî 8’ê Adarê pîroz kir û got, “Em 8’ê Adarê li tevahiya Jinan pîroz dikin. Bi taybetî li jina Kurd ku bi berxwedana xwe ya dîrokî li Şengal, Efrîn, Êzidxanê û tevahiya Kurdistanê rûmet û nirxên gelê Kurd parastiye, pîroz dikin. Her wiha li tevahiya jinên cîhanê ku li her derê li ber xwe didin û ji bo jiyaneke wekhev û aştiyane têdikoşin, pîroz dikin.”

Koordînasyonê, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser berxwedana jinên Kurd û wiha pêde çû: “Em di van rojên taybet de di serî de jinên berxwedêr ên li Efrîn, Şengal û li her devera Kurdistanê di nav têkoşînê de ne, bi hestên xwe yên germ silav dikin û Şehidên xwe bi bîr tînin.

Weke tê zanîn, bi hezaran jin, keç û zarokên Êzîdiyan ku bi Fermana Tebaxa 2014’an pêk hatî dîl ketine destê çeteyên DAÎŞ’ê. Em dibêjin bila ev rojên pîroz bibin pêngava azadkirina jin, keç û zarokên Êzidiyan. Azadiya jina Kurd, azadiya Kurdistanê ye. Azadiya jinê azadiya civakê ye. Heta ku jin azad nebe ne civak azad dibe ne jî şer alozî diqedin. Ev jî bi berxwedan û serkeftina jina Kurd pêkan e. Lewre em hemû jinên Kurd ên li eniyan û li qadan têdikoşin silav dikin û ji wan bawer in ku wê bi ser bikevin.

Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser dagirkeriya dewlet Tirk û çeteyên wê jî wiha dawî li daxuyaniya xwe anî, “Bi vê boneyê em êrîşên çeteyan û dagirkeriya TC’ê ya li Efrîn û xaka Kurdistanê şermezar dikin. Dewleta Tirk xwedî hişmendiyeke dijminatiya jin û civakê dike. Lewre ji jinê û têkoşîna jinê ditirse. Lê têkoşîna jinê wê vê hişmendiya wê ya kirêt têk bibe.”