Li Amedê tevna li dijî tundiya li jinê hat avakirin

Komalaya Jinê ya Rosa û rêxistinên civaka sivîl ên Amedê, ‘Tevna li dijî tundiya li jinê’ ava kirin. 

Komeleya Jinê ya Rosa, bi hevkariya hemû saziyên civaka sivîl ên Amedê 'Tevna Li Dijî Tundiya Li Jinê' ava kirin û îro li avahiya Cemiyeta Rojnamegerên Başûr-rojhilat (GGC) civîna çapemeniyê pêk anîn.

Di daxuyaniyê de Seroka Navenda Parastina Mafê Jinê ya Baroya Amedê Asli Pasinli daxuyanî xwend û da zanîn ku tevna navborî ji hêla van saziyan ve hatiye avakirin: "Komalaya Jinan Rosa, Nevenda Şêwr û Parastina Mafê Jinan a Baroya Amedê, Komîsyona Jinan a Mafê Mirovan, Komîsyona Jinan a Odeya Tabîban a Amedê, Şaxa Egîtîm Senê, Şaxa SES’ê, Înîsîyatîfa Psîkologên Mezopotamyayê ya Amedê, Şaxa Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî."

Hinek xalên ku di Protokola hevbeş a tevna têkoşîna li dijî tundiyê de cih digirin wiha ne: 

"*Pêkhate, bêyî ku ferqê bixin nav ti kesî, bi armanca têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ya di nava sînorê Amedê de li hev dicivin. 

*Pêkhate, di dorhêla armancên hevpar de wê bi hev re tevbigerin û bi hev re di nav tevkariiyê de bin, bingeheke hevpar a agahî û daneyan çêbikin. Di vê mijarê bi pêşberînî garantî didin hev."