Şervanên YPJ'ê bi merasîmeke bi heybet 8'ê Adarê pîroz kirin

Li herêma Cizîrê bi sedan şervanên YPJ'ê 8'ê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi coşekî mezin û bi ruhê berxwedanê pîroz kirin. Pîrozbahî bi merasîmekî leşkerî dest pê kir.

Li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, bi sedan şervan û fermandarên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. Pîrozbahiya şervanan bi merasîma leşkerî dest pê kir. 

Di merasîmê de ji fermandarên YPJ'ê Axîn Nûcan, Rojda Felat, Evîn Efrîn, Leyla Waşûkanî amede bûn. Fermandar Axîn, di merasîmê de axivî û 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di şexê Leyla Guven de li berxwedêrên grava biçîbûnê û têkoşerên jin hemûyan pîroz kir.

Fermandar Axîn Nûcan da zanîn, ew roja 8'ê Adarê di demek girîng de pêşwazî dikin û axaftina xwe wiha dewam kir; "Em bi navê hêzên parastina jinê YPJ'ê nêzî 6 sal in li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê têkoşînekî mezin didin. Di roja îro de ev hêza ku bi hovîtiya xwe tevahî dinya xistibû bin metirsiyê li hember hêza jinan di warê cografîk de têk diçe. Bi vê têkçûna wan re em têkoşîna xwe ya di qada parastinê bi dawî nakin. Ji ber ku hîna hişmendiyeke qirker û dagirker li ser jinan heye. Ev hişmendiya kuştina jinan rewa dibîne ji bo me sedema têkoşînê ye. Me hêz, moral û îlhama têkoşînê ji mîrasa berxwedana jinan di dîrokê de wergirtin. Ev mîrasa bi berxwedanê tijî ye di roja îro de careke din di şexsê Leyla û hevalên jin ên di grava biçîbûnê de dîsa zindî bûye. Ev têkoşîna jinan a li cîhanê û Kurdistanê tê kirin, ji bo me her tim bû bingeha xurtkirina şerê xweparastinê."

Fermandar Nûcan her wiha bal kişand ser erkên di dema bê de ji wan tê xwestin û got; "Pêwîste em her rojê bikin rojên têkoşînê û bi destxistina serketinên mayînde ji bo jinan. Ev ji bo me erka sereke ya dema bê ye. Em bi wesîla vê rojê bang li jinan hemûyan dikin û dibêjin em têkoşîna xwe hevpar bikin û li hemberî pergala baviksalarî, yekîtiya xwe ya ruhî, rêxistinî ava bikin. Em tekoşîna xwe dijwar bikin û hêza xwe ya parastinê mezin bikin."

Fermandar Axîn, herî dawî careke din ev roj li jinên cîhanê û dayîkên şehîdan pîroz kir.

Piştî merasîma leşkerî şervanan şahiya ku amade kiribûn pêşkêş kirin û bi gerandina govendê dawî li pîrozbahiya xwe anîn.