Rapora tecawizê: 52 êrîşên zayendî û tacîzê çêbûne

Bûroya Alîkariya Hiqûqî ya li dijî Tacîz û Tecawiza Dema Destgîrkirinê diyar kir 2018'an 3 êrîşên zayendî li jinan çêbûne û 49 jin ji hêla zayendî ve hatine tacîzkirin.

Bûroya Alîkariya Hiqûqî ya li dijî Tacîz û Tecawiza Dema Desetgîrkirinê tacîz û êrîşa zayendî ya li jinên hatine destgîrkirin a sala 2018'an ragihand.

POLÎS Û LEŞKERÊN TIRK TECAWIZKAR IN

Di raporê de hate gotin sala 2018'an 52 bûyerên êrîşa zayendî û tacîzê bûne, 3 êrîşên zayendî li dijî jinan çêbûne û her wiha 49 jin hatine tacîzkirin û temenê wan di navbeyna 10'an û 18-67'an de diguhere.

Li gorî raporê yên ku ev sûc kirine 32 jê polîs in, 5 jê leşker, 2 jê tîmên taybet, 8 qerdiyan, 5 karmend, 5 jê DAÎŞ'î û 1 jê leşkerê Esad e.

Di raporê de hate gotin ji 1997'an heta 31'ê Kanûna 2019'an 649 jinan serlêdan kiriye, di 21 salan de, bi qasî ku hatiye tespîkirin êrîşa zayendî, dema destgîrkirinê li dijî 105 jinan çêbûye.

Di dawiya raporê de tê gotin, yên ku ev sûcê kirine 389 ji wan polîs in, 125 ji wan leşker û jandarma, 33 jê tîmên taybet, 22 cerdevan, 66 jê qerdiyan in.