SMJÊ: Bi ruhê 8 ê Adarê şoreşa jinê biparêzin!

Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û got: Êdî dem hatiye ku her roj bi ruhê 8 ê Adarê a Leylayan tundiya li ser jinê ku polîtîk e were hilweşandin.”

Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî a Ewropa di serî de hemû berxwêderên û têkoşerên jinan yên cîhanî silav kir û yên ku ji bo azadiya jinê canê xwe dane ji Sakîneyan heta Bêrîvanan bi rêzdarî bibîr anî.

SMJÊ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û got: “Êdî dem hatiye ku her roj bi ruhê 8 ê Adarê a Leylayan tundiya li ser jinê ku polîtîk e were hilweşandin. Dem hatiye li ser axa pîroz bi hişmendiyek azad û demokratîk bi Rêbertiyek azad jiyanek bi rûmet were jiyîn.”

SMJÊ bang li jinên Êzîdî kir ku bi ruhê Leylayan û Bêrîvanan soza ku wan daye Mamê xwe yê Êzîdxanê, bi girseyî xwe tevlî çalakiyên 8 ê Adarê bikin û bê ku dem derbas bibe heta serkeftinê bêrawestandin têbikoşin.

Di daxuyaniya SMJÊ de ev tişt hate gotin:

“Hişmendiya desthilatdar ku di dîroka koletiya jinê de bi hezaran salan faşîzma xwe di kesayeta jinê de ferz kiriye û bi hemû hovîtiyên xwe pêk aniye, di sedsala 21’emîn de kêliyên xwe yên dawî dijî. Jina ku ji hemû heqîqetên xwe bi darê zorê hate dûrxistin, êdî bi berxwedaniya bêhempa û têkoşînek pir mezin xwe ji hemû şopên desthilatdaran rizgar kiriye, li ser hîmê xwebûna xwe dîroka azadiyê bi bedelên giranbuha dide nivisandin. Yên ku bi rêxistinî û bîrdozî şerê li hemberî faşîzm dide meşandin û kêlî bi kêlî serdikeve, di heman demê de jî rûhê 8 ê Adarê her roj dide jiyîn jinên Kurd in. Bi her awayî pêşengtiya avakirina konfederalîzma demokratîk a di eksana jinê de pêk tîne û bi jinên cîhanê re têkoşîn dike yek. Bi taybetî wek jinên Êzîdî ku bi sedsalan her hatin qir kirin, hemû cûreyên şîdetê li ser hatin ceribandin, ji fermana 2014’dan vir ve ji aliyê hêzên qirker û mêtînger di serî de çeteyên DAÎŞ’ê ku serkêşiya wan hikûmeta AKP û MHP ye bi berdewamî tên kîrîn û firotin, di şexsê jinên Êzîdî destdirêjiya xwezaya Êzîdxan û hemû nirxên pîroz dikin; li beramberî vê jina Êzîdî ku bi felsefeya xwe ya jiyanê ya di heman demê de bi paradîgma Rêber Abdullah Ocalan ya netewa demokratîk dibe yek li heqîqeta xwe vegeriyaye. Operasyonên rizgarkirina jin û zarokên Êzîdî ku tê wateya tunekirina çeteyên DAÎŞ’ê, ji aliyê hêzên QSD vîna jina Êzîdî ya birêxistinkirî xurtir kiriye û hovîtiya nûnerên moderînetya kapîtalîst ku Erdogan e ji nû ve radixîne berçavan.

Li hemberî vê heqîqeta berxwedaniya rûmetê û hovîtiya faşîzm raya giştî û di serî de netew dewletan, dîsa xwedîgiravî yên mafên mirovahiyê diparêzin mîna Netewên Yekbûyî her bêdeng man. Lewra jî ji bo ku heqîqeta jiyana azad di şexsê jinê de li hemû cîhanê belav nebe û li ser hîmê pergala Konferalîzma Demokratîk ya jinê bi sazî nebe, tecrîta girankirî ya ku 4 salan bi şidandî di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan li ser jinê û hemû gelan tê domandin. Çawa jinê eşqa jiyana azad di kesayeta xwe de dijî û ji bo wê bedelên giranbuha daye, vê car jî bi pêşengtiya Rêzdar Leyla Guven bi vînek azad berxwedaniya rûmetê bi çalakiya xwe ya grêva birçîbûnê; li hemû cîhanê belav kiriye û mezin kiriye. Di esas de Rêzdar Leyla Guven bi vê eşqa xwe ya azadiyê hemû jinan ji nû ve bi vîn û hêvî kir. Jinên Êzîdî di nav qirkirinê de azadiyê di şexsê xwe de dide hunandin û ji lewra jî bi her awayî ji bo Leyla Guven û di şexsê wê de hemû çalakvanên rûmetê bijîn bi bîryar in ku vê têkoşînê bi rakirina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê bi encam bikin.

Em ê bêdengiya Konseya Ewropa, CPT û NY, di heman demê de faşîzma dewleta Tirk a qirker û mêtînger bi têkoşîna xwe bişkînin. Di heman demê de em hesabê sucên mirovahiyê ji vana bixwazin. Êdî dem hatiye ku her roj bi ruhê 8 ê Adarê a Leylayan tundiya li ser jinê ku polîtîk e were hilweşandin. Dem hatiye li ser axa pîroz bi hişmendiyek azad û demokratîk bi Rêbertiyek azad jiyanek bi rûmet were jiyîn. Li ser vê esasê em di serî de bang li jinên Êzîdî dikin bi ruhê Leylayan û Bêrîvanan soza ku me daye Mamê xwe yê Êzîdxanê, bi girseyî xwe tevlî çalakiyên 8 ê Adarê bikin û bê ku dem derbas bibe heta serkeftinê bêrawestandin têbikoşin. Bi agirê Newrozê vê têkoşînê geştir bikin û Leylayan û hevrêyên azad ên grêva bîrçîbûnê bi bilindkirina berxwedanê û têkoşînê biparêzin û armanca pîroz bi serkeftinê tacîdar bikin.”