Girtiyên jin ê di Girtîgeha Gebzê de ji bo 8’ê Adarê name şandin

Girtiyên jin ên PKK û PAJK’ê yên di Girtîgeha Gebzeyê de di greva birçîbûnê de ne, ji bo 8’ê Adarê name şandin.

Girtiyên jin ên PKK û PAJK’ê yên di Girtîgeha Gebzeyê de di greva birçîbûnê de ne, ji bo 8’ê Adarê name şandin.

Di nameyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Hevalên hêja

Va ye dîsa careke din 8’ê Adarê mîna jineke ku li baskê xwe digere, bi ser me ve hat.

Bi stûyê me ve kîtabeyên evînan, li ser zimanê me stranên rojê, di kêfa mista me de birînên me yên xwînî, pişta me li qirnê bîst û yekemîn, berê me li giravê mîna mêvaneke heyamî em pêşwazî dikin.

Mîna rûbarekî pirbêj xwe li nav dilê me dide. Bi dengê şervanên azadiyê diqîre û bangî yekbûna dilên birîndar dike.

Mîna şefeqeke ku mizgîniya xwe li şibakeya xeyalên me dide, navê her jinek kedkar û hatine kuştin li xwe dike. Taca gulên heyvên çardehşevî belav dike û bi dengekî bilind dibêje ‘Êdî evqas can ji bo jinên Azad lê dide.”

Em rabin bi bilûrên xwe yên dilzîz bersivên şefeqên ronî bidin. Em jî tariyan dişewitînin di şeveqên Zîlanan de û em bibin pepûlekek Sema’yan ji rojên Newrozan re. Em rabin amadekariya kolanan bikin û xemla Bêrîvanan li xwe bikin. Çi xweş e ku em ji bindestiya xwe bedbîn azad bibin.

Em rabin li deryayên jiyanê bidin serê xwe û stêrên devliken bireşînin li xemên rûyê xwe. Em dîsa têkevin rêya rêya Tîrêjên Rojê, ji xwe re stêran bikin rênîşan.

Em di vê rêyê de sebra çiyayan li xwe bikin. Tenêbûna Giravekê bextewar bikin heval li dilê xwe û hêviyên xwe yên bikin hogirek dilsoz ji xwe re. Werin em ji hemû tiştan bêtir çarmîxan bi berxwedanê bişewitînin.

Rabin em destên xwe di milê xwişka xwe azadiyê bixin. Serhildanan ji xwe re bikin neynik. Giravê bikin asa ji xwe re û têkevin meydana cejnek pîroz.

Em 8’ê Adarê li hemû hevalan û li Roja xwe ya ku ev roj ji bo me wate kiriye, bi coş pîroz bikin. We bi van dilê xwe yê agir germtir hembêz dikin. Silav li Clara Zetkîn, li Roza Luksembûrg .

Silav li Besê û Zarîfeyê, li Leyla Guven;

Silav li Bêrîvanan, Zîlanan, Semayan.

Silav li yên ku di bedenên xwe de jina kole kuştin û jina bi agir afirandin, silav li Kurdê û Rotînda re.

Silav li şehîdên xweseriyê, Jiyan, Şer, Eylem, Fatma, Sêvê, Pakîze, Asya, Yuksel, Sebahat.

Silav li Serokê Azadiya Jinên Kurd, Serok Apo re!

Bijî Rojên 8’ê Adarê

Bijî jinên azadîxwaz

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê yên di Girtîgeha Gebzeyê de Ayten Gulsun, Ozlem Ozdemîr, Ozlem Soyler, Hacer Xelîl Yûsûf, Rahşan Bozan.”