Jin zêde dixebitin, kêm qezenç dikin!

Ji bo şermezarkirina newekeviya hatineya jin û mêr, îro li Elmanyayê greva giştî pêk tê.

Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, jin îro li Elmanyayê bi rengekî giştî dikevin grevê. Par li Spanyayê heman grev pêk hatibû û zêdeyî 5 milyon jin tevlî bûbûn. Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) jî bi rengekî çalak tevlî greva jinan a li Elmanyayê dibe.

Grev wê bi dirûşma "Eger em kar nekin wê dinya bisekine" bi organîzeya gelek rêxistinên jinan pêk tê. Hevserokên Partiya Çep Katja Kipping û Bernd Riexinger jî bi daxuyaniyekê destek dan grevê. Kipping diyar kir, dirûşma ku jinan ji bo grevê diyar kirine di cih de ye û got, "Bi rastî jî eger jin dest ji karê ku dikin berdin wê li gelek qadan jiyan bisekine."

Lîdera Partiya Çep Kipping anî ziman, hîn jî jin berdêla keda xwe bi têrkerî nagirin û got, "Mesela, roja Yekşemê ku divê jin bêhnê vede, rojê bi qasî 1,5 saetî karê malê dikin. Di berdêla vê keda xwe de hîn jî hatineyeke kêm bi dest dixin."

Bernd Riexinger jî anî ziman, qezenca jinan hîn jî li gorî ya mêran 21 ji sedî kêm e û got, bi vê hejmarê re Elmanya li nava welatên Yekîtiya Ewropayê di rêzên dawî de ye. Riexinger got, "Em daxwaza heman karî, heman muçeyî dikin."