Çalakiyên 8'ê Adarê: Jin wê tecrîdê jî faşîzmê jî têk bibin

Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hate ragihandin ku jin wê tecrîdê jî faşîzmê jî têk bibin.

Çalakiyên jinan ên bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dewam dikin.

RIHA

Platforma Jinan a Rihayê, bi wesîleya 8'ê Adarê li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan daxuyaniyek da çapemeniyê. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî tevlî çalakiyê bû û pankarta bi nivîsa "Jina azad, civaka azad, jiyana azad" hate vekirin.

Dîlek Polat bi navê jinan axivî û diyar kir ku wê nehêlin bi polîtîkayên cihêkarî, dijminatî û şer jiyana wan ji holê bê rakirin.

Parlamenter Ayşe Surucu jî bal kişand ser berxwedana greva birçîbûnê û got, "Tenê daxwazek Leyla Guven heye, ew jî bidawîbûna tecrîdê û pêkhatina hevdîtina Ocalan bi malbatê û parêzeran re ye. Tişta ku Leyla Guven dixwaze bi cih were anîn, xaleke qanûnên Tirkiyeyê ye. Em di 8'ê Adarê de banga xwe ya li Wezareta Edaletê dubare dikin; li gorî qanûnên xwe tevbigerin."

WAN

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan, namzetên HDP'ê yên ji bo hevşaredariyên bajar û navçeyan û gelek jinan li Wanê qurnefîl belav kirin û ji bo mîtînga 8'ê Adarê ya sibe bang kirin. Mîtîng wê sibe saet 11'an li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter pêk were.

QERS

Meclîsa Jinan a Qersê ya HDP'ê bi wesîleya 8'ê Adarê kombûnek pêk anî. Di çalakiyê de ku li salokeke dawetê hate lidarxistin, namzetên Hevşaredariya Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen jî amade bûn. Alaca li qada çalakiyê axivî û bal kişand ser rola jinan a li nava HDP'ê. Jinên HDP'î piştre li navenda bajêr qurnefîl li jinan belav kirin.

ÊLIH

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad ên Êlihê û Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Êlihê bi wesîleya mîtînga 8'ê Adarê ku wê sibê li ber stadyuma kevn a Êlihê pêk were, li ser Bulvara Turgut Ozalê belavok belavkirin û banga beşdariya mitîngê li jinan kirin. Jinan fîstanên xwe yên gelêrî li xwe kirin û li ber erbaneyê govend gerandin. Jin li ber buroya hilbijartinê ya HDP'ê kom bûn û heta Kolana Gulistanê meşiyan û jin vexwendin mitîngê.

MERSÎN

Platforma Jinan a Mersînê û Rêxistiniya Mersînê ya 'Jin bi hev re xurt in' bi wesîleya 8'ê Adarê sibe saet 19'an li kolana Kushimato ya li Yenîşehîr Pozcû ye, wê bi şiyara "Em li pey mafên xwe ne, em ê careke din kêm nebin" meşekê organîze dikin. Ji bo meşa sibe bang li jinan hate kirin ku bi xurtî tevlî bibin.

DÎLOK

Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Dîlokê jî di çarçoveya 8'ê Adarê de li avahiya partiyê bi jinan re civîn li dar xist. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel û gelek jin beşdar bûn. Li sînevziyona 8'ê Adarê hate temaşekirin û jinan dirûşm berz kirin. Semra Guzel di civînê de axivî û got: "Tecrîd wê bi berxwedana jinan bi dawî bibe."