Jinên Ciwan ên Azad: Agirê berxwedanê bilind bikin

Koordînasyona Jinên Ciwan ên Azad ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da, banga bi ruhê 8’ê Adarê agirê berxwedanê bilind bikin.

Koordînasyona Jinên Ciwan ên Azad bal kişand ser êrîşên li ser jinan û ev tişt got: “Bi ruhê 8ê Adarê werin em agirê berxwedanê bilind bikin, tecrîdê bişkînin û ber bi Rêbertiyeke azad bimeşin.”

Jinên Ciwan ên Azad di peyama xwe de ev tişt gotin:

“Di sedsala 21’mîn em gelê Kurd û tevahî mirovahî ji serdemeke dîrokî de derbas dibin. Li ser xaka Kurdistanê û Rojhilata Navîn hemû hêzên emperyalîst ji bo ku hegemonya xwe ji nû ve saz bikin nû dîzaynkirina Rojhilata Navîn kirin hedef û armanc. Bi her cureyan ev şer tê meşandin û di şexsê civaka Kurd hemû gelên Rojhilata Navîn bi talan, mêtingeh, asîmîlasyon û qetilaman re rû bi rû maye. Di hemû şeran de destpekê jin dibe hedef û mexdurê şer. Bingeha pergala baviksalarî li ser hîmê hismendiyek talanker û tecawiz pêk tê. Di asta yekemîn de jinên ciwan wek beşê civake yê herî dînamîk, dibe hedef.

Bi derketina mimarê azadiyê Serok Apo û têkoşîna ku ev zedetirî 50 salî Rêber Apo ji bo hebun û azadiya gelê Kurd dimeşînin li ser bingeha civakek demokratîk, ekolojîk û wek navend azadiya jin esas digre, darbeya mirinê li levîathanê ku li ser tevahiya gerdûnê hucreyen xwe belav kiriye, daye. Di 20 min salvegera Komploya navdewletî li ser Rêber Apo tecrîda girankirî berdewam dike. Ev tecrîd di serî de li ser jinên ciwan, gelê Kurd u tevahî gelên ku fikir û ramanê Rêber Apo ji xwe re hevîya jiyanek nû dibinê tê mesandin. Bi saya Rêber Apo me wek jinên ciwan rastiya rûyê qirej yê canda tecawîz û baviksalarî naskir. Bi naskirina dirok, îrade, bawerî û hêza xwe me meşaleya berxwedanê hilgirt û dest bi têkoşînê kir.

Îro di pêşengtiya Leyla Guven ku ji bo me xeta jina berxwedêr, xeta pêsengtî u rihê demê xwendin temsil dike, greva birçîbûnê ya bêdem u bêdorveger ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo da destpêkirin û di roja 120’min de ye. Leyla Guven yek ji xelekên agir li derdora Rêber Apo zêde kir û çembera vî agirê berxwedanê li tevahiya cihanê belavkir. Wek tevgera jinên ciwan li vê sekn û berxwedanê xwedî derketin erkê me ya sereke ye.

Em 8’ê Adarê, roja jinên kedkar ê cihanê di serî de li Rêber Apo, di şexsê Leyla Guven hemû çalakgerên greva biçîbûnê, li hemû jinên Kurd û tevahî cihanê piroz dikin. Di serî de em bang li Jinên Ciwan ên Kurd û gistî cihanê dikin ku bi rihê Rozayan, Sarayan, Zilanan, Berîtanan û Leylayan li erka xwe ya dirokî xwedî derkevin û ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber APO têkoşîna xwe bilindtir bikin. Werin em roja 8’ê Adarê li hemû qadên jiyanê veguherînin qadên têkosînê û serhildanê. Werin em bi rihekî hevpar agirê berxwedanê mezintir bikin û bi reng û dînamîzma jinên ciwan tevlî çalakiyên 8’ê Adarê bibin.”