Peyama YJA-Starê ya ji bo 8’ê Adarê: Em ê rêxistinbûna xwe xurttir bikin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê bi wesîleya 8’ê Adarê Rojê Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand û got ku “Li hemberî derbeyên ku dixwazin li têkoşîna jinan bixin, em ê rêxistinbûna xwe mezintir bikin.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Roja 8’ê Adarê ya hemû jinên cîhanê pîroz kir.

Peyama YJA-Star wisa ye:

“Di vê serdemê de ya ku faşîzm hovîtiya xwe didomîne, li hemberî vê hovîtiyê jin li ber xwe didin. Di têketina 8’ê Adarê de Rojên Jinên Kedkar ên Cîhanê de,em mîmarê têkoşîna azadiya jinan, Rêber Apo pîroz dikin û hemû şehîdên xwe bi hurmet bi bîr tînin. Em 8’ê Adarê li jinên ku li hemberî faşîzm û feraseta mêrparêziyê têdikoşin, ji dil pîroz dikin.

Hezên demokratîk ên ku dixwazin rûmeta mirovayetiyê biparêzin, her dem li ber xwe dane û rûmeta mirovayetiyê parastine. Wekî ku tê zanîn li hemberî vêya jî têkoşîna birêxistinkirî ya jinan heye. Li hemberî vî tiştî îro li her dera cîhanê li dijî jinan êrîş tê kirin. Îro hatiye îspatkirin ku em jin bi xweparastin û xwerêxistinkirinê dikarin ji van êrîşan rizgar bibin.

Tevgera Azadiyê ya Jinan ya ku ji avabûna PKK’ê ya sala 1978’an û heta niha li hemberî hêzên mêtinger her dem şer kiriye. Îroj baweriya jinan a ji bo jiyana azad ji her rojê zêdetir e.

Îro li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê krîzeke mezin heye. Sedema vê krîzê jî tecrîda li ser Rêber Apo ye. Berxwedana Leyla Guven a li hemberî tecrîdê wateyeke xwe ya mezin heye. Jin hêza berxwedana mezin ji felsefeya Rêber Apo werdigirin.

Em li ser navê YJA-Starê dibêjin ku em ê Rêber Apo bidin azadkirin. Di şexsê rêhevalên me yên şehîd Şehîd Bêrîtan û Şehîd Zîlan, li ser xeta wan di şexsê rêheval rêheval Delal Amed, Armanc Goşkar, Medya Mawa, Jîndar Ezgî, Sema Întîkam de hemû şehîdên xwe bi hurmet bi bîr tînin û sonda xwe ya tolhildanê dubare dikin.”