Li gelemperiya Belçîkayê 8’ê Adarê jin dikevin grevê

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê wê li gelemperiya Belçîkayê jin bikevin grevê. Jinan banga tevlîbûna grevê kirin.

Kolektîfa 8’ê Adarê “Collecti.e.f 8 maars”, ji bo 8’ê Adarê berî çend mehan li gelemperiya welat banga li jina kiribû ku tevlî grevê bibin. Heqdesta wekhev, mercên wekhev ên xebatê û dawîkirina şidetê ya li ser jinan di nava daxwazên bingehîn de cih digirin.

Jin 8’ê Adarê karê malê nakin wê ji bo mafên xwe çalakiyê bikin. Sendîkaya karkeran FGTB û CSC banga girseyî ya tevlîbûna çalakiyan kir, destek da grevê.

Her wiha sendîkayên Centrale Générale, CGSP-Perwerdehî, CGSP-Bruxelles û MWB FGTB banga tevlîbûnê li grevê kirin. CSC’ê jî bang kir.