Gerîlayên YJA Starê 8'ê Adarê pîroz kirin

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve hate pîrozkirin. Ji fermandarên YJA Starê Têkoşîn Toprak jî tevlî pîrozbahiyê bû.

Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi dehan gerîla li çiyayên Kurdistanê li hev civiyan û merasîmek lidar xistin.

Alên PKK, PAJK, YJA Star û HPG'ê li qada merasîmê hatin daliqandin. Ji fermandarên YJA Starê Têkoşîn Toprak, Eylem Ronî, Sureç Zagros, Rojda Sêrt û Şervîn Mardîn jî tevlî merasîmê bûn.

TOPRAK: 8'Ê ADARÊ YA HEMÛ JINAN E KU BERDÊL DANE

Ji fermandarên YJA Starê Têkoşîn Toprak, 8'ê Adarê li gerîlayên tevlî merasîmê bûne pîroz kir û diyar kir, 8'ê Adarê ji bo wan hem bîranîn e, hem pîrozbahî ye, hem jî roja bilindkirina têkoşînê ye. Toprak got, di demekê de ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye şidandin û li dijî tecrîdê berxwedaneke dîrokî heye, ew 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Toprak diyar kir, 8'ê Adarê roja hemû jinan e ku li Mezopotamya, Kurdistan, Rojhilata Navîn û dinyayê li ber xwe dane, li ber xwe didin.

Toprak bi dewamÎ got, "Ruhê berxwedanê yê Sema Yuce, Sakîne Cansiz û Mazlûm Dogan niha bi ruhê 8'ê Adarê re di şexsê berxwedêran Leyla Guven û Nasir Yagiz dewam dike. Di çarçoveya têkoşîna Rêber Apo de ku dixwaze sedsala 21'ê bike sedsala jinê, israra di çanda jinê-dayikê de berxwedêrên mîna Leyla Guven derxistiye holê." Toprak destnîşan kir, 8'ê Adarê ji bo wan zemîn û hinceta têkoşîna jiyanî ye.

Têkoşîn Toprak got, "Bi navê jinên ku li çiyê nasnameya azad a jinê didomînin, sozê didin jinên berxwedêr hemûyan ku em ê bi ser bikevin. Em ê faşîzmê ji holê rakin û tecrîdê bi dawî bikin."

PÎROZBAHÎ BI GERANDINA GOVENDÊ QEDIYA

Piştî axaftinê dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî Serok Apo", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok", "Bijî 8'ê Adarê" hatin qîrîn û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê yek bi hev 8'ê Adarê li hev pîroz kirin.

Li dû merasîmê agir hate dadan û gerîla dest bi gerandina govendê kir. Pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi stran û govenda li dora êgir bi dawî bû.

Gerîlayên YJA Star û HPG'ê li ser 8'ê Adarê ji ANF'ê re axivîn: