Ji bo Leyla Guven name ji Parlamenta Ewropayê re hate şandin

Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî tên lidarxistin, daxuyanî tên dayin û rapor tên eşkerekirin. Jinan ji jinên di greva birçîbûnê de name şandin, her wiha ji bo Leyla Guven kart şandin ji Meclîsê û Parlamenta Ewropayê re.

Meclîsa Jinan a Mersînê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bal kişand ser rewşa Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku 119 roj in di gerva birçîbûnê de ye. Meclîsa Jinan bi vê armancê kart ji jinên Li Meclîsê û Parlamenta Ewropayê re aşndin. Jin li ber postaxaneya navendî ya Mersînê li hev civiyan û beriya kartan bişînin daxuyaniyek dan.

Zahîde Yavûz diyar kir, ku desthilatdarî berxwedana Leyla Guven jinedîtî ve tê, lê belê jin bûne dengê Guven.

Piştî daxuyaniyê jinan kart ji jinên li Meclîsê û Parlamenta Ewropayê re şandin.

COLEMÊRG

Meclîsa Jinan a HDP'ê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi wesîleya 8'ê Adarê qurnefîl belav kir. Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Zeynep Kayak beriya çalakiyê daxuyaniyek da û bang li jinan hemûyan kir ku tevlî kombûna wan a li Geverê bibin.

Piştî daxuyaniyê Hevşaredarên Colemêrgê, Şemzînanê, Geverê, Bajêrganê û bajarokê Buyukçîftlîkê li kolana Cûmhûriyetê li nava esnaf û xebatkaran geriyan û qurnefîl belav kirin.

MÛŞ

Meclîsa Jinan a Mûşê ya HDP'ê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de kart ji jinên li girtîgehan re şand. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn, Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Mûhlîse Karaguzel û namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Mûşê Sîbel Genç jî amade bûn.

Jin ji ber avahiya HDP'ê ber bi avahiya PTT'ê ve meşiyan û kart ji Leyla Guven û girtiyên jin ên li girtîgehên cuda re şand.

ŞIRNEX

Meclîsa Jinan a Şirnexê ya HDP'ê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li navçeya Basanê qurnefîl li jinan belav kir. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û namzetên HDP'ê yên hevşaredariyan jî di nav de gelek jinên HDP'î ji ber avahiya partiyê heta bazara li navenda navçeyê meşiyan.

Jinan li bazarê bi nîşaneya serketinê û tilîliyan çalakger pêşwazî kirin. Jinên HDP'î qurnefîl li jinan belav kirin û 8'ê Adarê li wan pîroz kirin. Îmîr a HDP'î di dema çalakiyê de axivî û diyar kir, partiya wan wê di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de li navçeyê bi ser bikeve.

TGS'Ê LI SER ROJNAMEVANÊN JIN DE RAPOREK WEŞAND

Komîsayona Jinan û Komîsyona LGBTÎ+ yên Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) rapora têkildarî pirsgirêkên rojnamevanên jin dikişînin bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li avahiya TGS'ê ya li Semta Çagalogluya Stenbolê bi civînek çapemeniyê eşkere kir. Endamên sendîkayê beşdarî civînê bûn û li ser navê komîsyonê Gulfem Karataş daxuyanî xwend.

'JINAN TECRÛBEYÊN XWE VEGOTIN'

Karataş der barê daneyên li ser rojnamevanan ên Saziya Statîstîk a Tirkiyeyê (TUÎK) yên 2017'an de agahî dan û got: "Di beşa weşanê de 25 hezar û 115 mêr, 16 hezar û 40 jin hene. di beşa çapê û belavkariyê de 5 hezar û 46 mêr û 948 jin dixebitin. Me ferq kir ku rojnamevanên jin bi rêbazên cuda yên şidetê û cudakariyê ji kar tên dûrkirin. Em bi pirsa 'Jinên rojnamevan di sektor û jiyana xwe ya taybet de tişta tê serê wan çawa bandorê li ser pîşeya wan dike? derketin rê û me civînan li dar xist. 27 jinên tev li civînê bûn û tecrûbeyên xwe vegotin."

Karataş encamên tecrûbeyên jinan par ve kir û got rojnamevanên jin bi şideta fizîkî re rû bi rû dimînin. Karataş tiştên jinên ku bi serê rojnamevanan tê û pêşniyarên çareseriyê jî par ve kir.

'EM BI HEV RE BI HÊZ IN'

Karataş 8'ê Adarê li jinan hemûyan pîroz kir û got: "Jinên rojnamevan rêbaza xwe bi pêş dixin û rêyên çareseriyê peyda dikin. Em bi hev re xurt bibin, em hene."