Varto: Rojeva me ya 8’ê Adarê xwedîderketina li grevên birçîbûnê ye

Berdevka TJK-E’ê Aliye Varto got, "8’ê Adarê rojeva sereke ya çalakiyên me, berxwedana grevên birçîbûnê ye.

Berdevka TJK-E’ê Aliye Varto, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ANF’ê re axivî û bal kişand ser berxwedanên greva birçbûnê.

Varto anî ziman ku pêvajoyeke gelek dijwar û zirav tê jiyîn û di kesayetiya Leyla Guven de pêşengiya vê pêvajoya berxwedanê jin dikin. Varto got ku bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê yên demokrasîxwaz û aştîxwaz tecrîd dikin. Lewre girîngiya Leyla Guven a li dijî tecrîdê û xwedîlêderketina vê berxwedanê anî ziman. Varto got, “Heta tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidome, ne Tirkiye, gelê Tirkiyeyê jî nikarin bi aramî û azad bijîn. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi tecrîdkirina Ocalan, hemû gelên Tirkiyeyê tecrîd bike. Lewre niha xwe ker, kor û lalîtiyê danîne. Dîsa saziyên qaşo mafê mirovan û pêşîlêgirtina êşkencê yên mîna CPT, DMME hwd jî bi helwesta xwe ya raber kirî dibe hevparê van kiryarên Tirkiyeyê.

Em, 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Lewre divê rojeva sereke ya çalakiyên me, berxwedanên grevên birçîbûnê be. Tundiya li ser jinê tundiyeke polîtîk e, lewre divê helwesta me jî li gorî vê be û çalakiyên me jî bi rêxistinî û bi hêz bin ku encameke xurt pêk bîne.”

Varto, bal kişand ser kampanyaya li dijî tundiya li ser jinê jî got, “Kampanyaya me 19’ê Mijdarê de dest pê kiriye û bi sê qonaxan û bi kampanyên cur be cur wê bidome. Wê ev kampanyaya me salekê bi hemû alî û pêkhateyên jinan re bidome. Em bi jinên welatên din re jî platformên hevpar çêdikin.”

Varto bal kişand ser zêdebûna tundiya li dijî jinê û got ku ev jî çavkaniya xwe ji pergala kapîtalîst û şerên wan ên parvekirinê digirin. Lewre bal kişand ser têkoşîna hevpar a jinan a li dijî pergala kapîtalîst û hevkarên wan ên herêmî dewlet û desthilatdariyan.

Varto, têkoşîna jinên Kurd bi bîr xist û got ku ji milekî ve li dijî hêzên mêtînger û dagirker ên neteweyî, emperyalîst têkoşîna azadiyê dikin, ji milekî ve jî di nav xwe de li dijî feraseta zilamê feodal têkoşîn tê kirin.

Varto di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku îsal wê 8’ê Adarê weke jinên Kurd li her derê bi dirûşmeya, “Berxwedana jinê azad dike”,  “Tundiya li ser jinê polîtîk e”, “Dibe ku ew tu bûya” derkevin qadan. Lewre berxwedana jinan wê hem jinê, hem jî civakê azad bike. Civakakeke ku jin tê de ne azad be ew jî ne azad e. Dîsa îsal wê têkoşîna ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin’ a bi pêşengiya hevala me Leyla daye destpêkirin wê esas bê girtin.”