JIN
Hemû Nûçe
-
Vê carê li Duzceyê jinek ciwan winda bûye
Ji duh ve ji Damla Horoz a 17 salî ku li gundê Haciyakûp a Golyaka ya Duzceyê dijî, agahî nayê girtin. -
TJA: Ji kûderê jî were êrîşa li ser jinan nayê qebûlkirin
TJA'yê diyar kir tundî û êrîşa zayendî ya ku di şexsê 2 wekîlên HDP'ê derketî holê, bi çi rengî jî be û ji kê jî were wê qebûl nekin. -
‘Em ê destûr nedin ku ser tecawizan were nixumandin’
Tosûn a HDP’yî yê di daxuyaniyê de axivî got, “Em ê destûr nedin ku ser tecawiza were nixumandin." -
Jinên Ciwan ên Başûr: Em li dijî feraseta baviksalar dakevin qadan
Jinên Ciwan ên Başûr diyar kirin ku ew ê têkoşîna wan a li dijî êrîşên li ser jinan bidome û ji bo çalakiya di 22’ê Tîrmehê de ya li Silêmaniyê bang kirin. -
Li Îzmîrê peyamên li dijî tecawizê
Êrîşên zayendî û tecawiza li dijî zarokan ên li Şirnex, Êlih û Agiriyê li Îzmîrê hate protestokirin. -
Navê Hevrîn Xelefê dan pireke li Barcetoyê
Li Îtalyayê şaredariya Barcetoyê navê Hevrîn Xelefê da Pira Çemê Sar. -
Meclîsa Jinan a HDP’ê di derbarê Tûma Çelîk de daxuyanî da
Meclîsa Jinan a HDP’ê, di derbarê îddîayên li ser Tûma Çelîk de daxuyanî da û got, “Em destûrê nadin ku tu zilamek an jî aliyek ziyanê bigihijîne destkeftiyên me yên têkoşînê.” -
Li Şirnexê protestokirina tecawizkaran hate astengkirin!
Polîsên Tirk li Şirnexê nehişt ku êrîşên tecawiz û zayendî yên ji aliyê leşkerên Tirk hatibûn kirin, were protestokirin. -
AKP û MHP dijminatiya xwe ji ser jin û zarokan didomîne
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran bal kişand ser îstîsmar û tecawiza li Kurdistanê û got, “Desthilatdariya AKP û MHP’ê dijminatiya bi Kurdan ji ser zarokên keç didomîne.” -
Keça Gulunay ê hatiye windakirin: Bi têkoşînê me xwe li ser piyan girt
Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay ê berî 28 salan dema destgîrkirin hate windakirin pirsîn. Keça Gulunay got: “Têkoşînê hêz da me.” -
Kongreya Star: Şoreşa Rojava bû sembola berxwedana jinê
Koordînasyona Kogreya Star têkildarî Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek da û got: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû sembola berxwedana jinan.” -
Ji kesên li Amedê hatibûn destgîrkirin 5 hatin girtin
Ji 23’ê jinên li Amedê hatibûn destgîrkirin 18 kes bi şertê kontrola edlî, 5 jî hatin girtin. -
Hêrsa li dijî destavêtin û destdirêjiyê mezin dibe
Li dijî êrîşên destavêtin û destdirêjiyê ya li zarokan a leşkerên Tirk a li Şirnexe û Êlihê, li gelek bajaran bi çalakiyan hatin protestokirin. -
TJA: Demildst divê dawî li necezakirinê were
Tevgera Jinên Azad (TJA) got tundiya li ser jinê 1500 ji 100'î zêde bûye û xwest ku demildest dawî li parastin, şofandin û necezakirinê were. -
Meclîs Jinan HDP'ê: Derheqê Işik rapirsîna disîplînê dest pê kir
Meclîsa Jinan a HDP'ê ragihand piştî ku nûçeyên derheqê Işık ku tundî li hevjîna xwe kiriye ji hêla raya giştî ve hatiye dîtin hemû rayeyên Wekîlê Mûşê Mensûr Işik hatine rawestandin û wê îfadeya wî were standin. -
YPS-JIN: Li dijî tecawizkariya TC'ê xwe biparêzin
YPS-JIN: Yekîneyên me yên tolhildanê wê hesab ji dagirkeran, tecawizkaran bipirsin. Em bang li jinan hemûyan dikin, ku xwe di bin sîwana YPS-JIN'ê de bi rêxistin bikin, xwe biparêzin û tolê ji mêr-dewletê hilînin." -
Jina ciwan a çawîşê pispor destavêtibûyê hewl da xwe bikuje
Li navçeya Qûbîn a Êlihê piştî ku jina ciwan a 17 salî ku çawîşê pispor ê bi navê M.O destavêtê û şûnde hewl da xwe bikuje. -
Sultan Yaşar a dayika 3 şehîdan jiyana xwe ji dest da
Sultan Yaşar a ku dayika ku sê zarokên wê şehîdên têkoşîna azadiyê, di encama kriza dil de jiyana xwe ji dest da. -
Li Dûîsbûrgê şîdeta li ser jinê hate protestokirin
Li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê zêdebûna cineyatên jinan û êrîşên ser saziyên jinan hate protestokirin. -
‘Divê bi pratîkê bê sepandin ku şoreşa Başûr şoreşa jinê ye’
Endamên jin ên Tevgera Azadî bal kişandin ser rewşa xirab a Başûrê Kurdistan, diyar kir ku divê yekîtiya gelê Kurd û bi taybet jinan pêk bê. -
Li Amedê Aklîme Hanas hate destgîrkirin
Li Amedê Aklîme Hanas a ku ji bo îfadeyê bangî wê hatibû girtin, hate girtin. -
Taşdemîr: Wê têkoşîna jinê bênavber bidome
Wekîla HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr got têkoşîna jinan ku di rojên herî tarî de jî qad azad kirine û wêrekî geş kirine bênavber wê bidome. -
Hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar girtin
Hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar a ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve ji erkê hate girtin û li şûna wê qeyûm hate bicihkirin, hate girtin. -
Hejmara kesên li Amedê hatin destgîrkirin gihişte 22’an
Li Amedê hejmara jinên ku hatin destgîrkirin gihişte 22’an. -
Jin li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî kirin: Serî natewînin
Êrîşên li Amed û Dîlokê yên dewleta Tirk li gelek bajaran ji aliyê jinan ve hate protestokirin. Jinan di çalakiyan de peyama; ‘serî natewînîn’ da. Jinan bal kişand ku wê desthilata AKP-MHP’ê winda bike.