Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Jina ciwan a çawîşê pispor destavêtibûyê hewl da xwe bikuje

Li navçeya Qûbîn a Êlihê piştî ku jina ciwan a 17 salî ku çawîşê pispor ê bi navê M.O destavêtê û şûnde hewl da xwe bikuje.

Keça bi navê Î.P a 17 salî ku li gundekî navçeya Qûbîn a Êlihê ku keça malbatekî şivantiyê dike ye, bi awayekî guman hewl da bi çeke dawî li jiyana xwe bîne. Malbata ku piştî bûyer bihîst, Î.P rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qûbînê. Î.P a piştî mudaxeleya yekem sewqî nexweşxaneyeke ya Êlihê hate kirin û xistin emelyatê û şûnde rakirin beşa lezgîn. Xeteriya jiyana Î.P dewam dike.

Hate ragihandin ku çawîşekî pispor destavêtiye Î.P yê.

Li Şirnexê berî du rojan çawîşê pispor Aslan A. hewl dabû destdirêjî zarokeke keç a biçûk bike.