Jin li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî kirin: Serî natewînin

Êrîşên li Amed û Dîlokê yên dewleta Tirk li gelek bajaran ji aliyê jinan ve hate protestokirin. Jinan di çalakiyan de peyama; ‘serî natewînîn’ da. Jinan bal kişand ku wê desthilata AKP-MHP’ê winda bike.

MÊRDÎN

Berî ku daxuyanî Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê avahî ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Berdevkên HDP’ê û wekîl Ebrû Gunay û gelek kes tevlî çalakiya li pêşiya avahiya bajar hate kirin bûn. Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Saîha Kûday got: “Îro salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê ye. Ev gelê ku serî li ber contaya 12’ê Îlonê netewand, îro jî serî natewîne.

Gunay jî axiîv û got: “Têkoşîna me jinan bi salan e bi êrîş û destgîrkirinê re têkoşînê dike. Operasyonên qirkirina jinê ya AKP’ê û zextên wê nikarin me.”

ŞIRNEX

Li Şirnexê jî bi pêşengtiya Tevgera Jina Azad (TJA) li pêşiya avahiya Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê çalakiyeka ku hate kirin gelek jin amade bûn. Aktivîsta TJA’yê Zîlan Ecevît axivî û got. “Em serî li ber yên me tine dibînin, netewandiye natewînîn. Li dijî yên dixwazin dengê me qût bikin me tim gotiye; ‘em hene’, her em ê hebin.”

AGIRÎ

Parlemetera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr li ser dorpêçkirina avahiya Rêxistina HDP’ê ya Agiriyê li kolanê bi tenê daxuyanî da û got: “AKP ji muxalefetiya jinê ditirse. Bila AKP vê baş bizene ku têkoşîna azadiya jinê wê AKP’ê têk bibe.

ENQERE

Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Enqerê, li pêşiya avahiya Çankayê kom bûn. Endama Meclîsa Jinê ya Enqerê Zeyno Bayramoglû li vir axivî û diyar kir ku heta niha ti desthilatê nekariye têkoşîna jinê bifetisîne û got: “Tirsa herî mezin a desthilatê pêşketina têkoşîna bi pêşengtiya jinê ye. Me serî li ber yên me tine dibînin netewandiye, natewînîn.”

ÊLIH

Meclîsa Jinan a HDP’a Êlih, di derbarê destgîr kirinan de li avahiya partiya xwe daxuyanî da. Hevseroka Navçeyî ya HDP’ê Fatma Albay da diyarkirin ku bi êrîşên li dijî jinên berxwedêr nikarin rê li ber pêşketinên têkoşîna jinê bigrin.

EDENE

Rêvebirên Partiya Ked (EMEP)’ê û Piştevaniya Mor jî piştgirî dan daxuyaniya li ber avahiya Rêxistina Navçeyî ya HDP’a Edenê hatî kirin.

Hevseroka Navçeyî ya HDP’a Edenê Gulseren Tural da diyarkirin ku ew li dijî erîşên zihniyeta zilam a AKP-MHP’ê gav paşde navêjin. Herwiha got: “Em weke jin, me li dijî siyaseta AKP’ê û hevkarê wê MHP’ê ya ku tundî û binpêkina mafên civakê, me hêvî girtiye destê xwe û ji bo em pêşkêşî civakê bikin em ketîn rê. Me li beramberî yên ku me tune dihesibîne serî netewandiye, natewînîn.

Serok a Navçeyî ya EMEP’a Edene yê Parêzer Sevîl Araci Bek jî anî ziman ku: “Em weke jin em ê dengan bilind bikin û em dest ji destkeftiyan bernadin. Endama Piştevaniya Mor Pelîn Çîçek jî da diyarkirin ku desthilat ji bo paşdexisitina civakê destpêkê êrîşî têkoşîna nasnamê û jinê dike.

MÊRSÎN

Rêxistina Navçeyî ya HDP’a Mêrsînê û Meclîsa Jinan, li ber avahiya partiyê bertek nîşanî operasyonên destgirkirinan dan. Hevseroka Navçeyî ya HDP’a Mêrsînê Gulbihar Şofer diyar kir, jinên hatîn destgîrkirin, ev bi salane di bin sêwana TJA’yê de têkoşîna azadiyê dimeşînin. Şofer got, “Me li dijî yên ku dixwazin dengê me qut bikin got, ‘Em hene, li vir in’ em ê hebûna xwe li vir bidomînin.”

SEMSÛR

Jinên ku li ber avahiya navçeyî a HDP’a Semsûrê hatîn gelhev, bertek nîşanî destgirkirinan da. Hevseroka Navçeyî Zelîha Karinca got: “Tirsa herî mezina a desthilatan jî ev têkoşîn û berxwena bibiryar a di pêşengiya jinê de pêşdikeveye.”

RIHA

Li Rihayê jî li ber avahiya HDP’ê daxuyanî hate dayîn. Di çalakiya ku Palementera HDP’ê Ayşe Surucu tevlîbûyî de, Hevseroka Navçeyî Emîne Çetîner qirkirina siyasî şermezar kir.