Li Îzmîrê peyamên li dijî tecawizê

Êrîşên zayendî û tecawiza li dijî zarokan ên li Şirnex, Êlih û Agiriyê li Îzmîrê hate protestokirin.

Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Bajêr a HDP’ê ya bajêr derbarê tecawizên ku li Şirnex û Êlihê çawişên pispor li dijî zarokan kirine, daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Şirnexê çawişê pispor A.A. êrîşeke zayendî li zarokeke 13 salî kiriye û li Bişêriya Êlihê jî çawişê pispor M.O. tecawizî keçeke Î.P. (17) kiriye.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku qetilkirin, girtin, êşkence û tecawiz berhema heman siyasetê ye û bal hate kişandin ser vî tiştî ku ev êrîşên zayendî yên li ser jin û zarokan ji aliyê kê were jî wê neyê qebûlkirin.