Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta ji bo bi deh hezaran kesên li Parîsê hatine ba hev axivî û got "Her du komkujî jî bi awayekî tesadûfî nebûn. Faîl tên zanîn. MÎT, dewleta Tirk û Gladyoyê bi hev re ev komkujî plan kirin. Di çarçoveya vê planê de ev komkujî hatin kirin. Ev komkujî xwedî gelek armanc in. Tevî ku her du komkujî ji aliyê kîjan hêzî ve hatine kirin zelal bûne jî, hê nehatine ronîkirin û hesab ji faîlan nehatine pirsîn. Heta ku her du komkujî bên ronîkirin wê têkoşîna gelê Kurd bidome."
Sozdar Avesta ev tişt gotin, "Em di salvegera 12’emîn a Komkujiya Parîsê ya yekemîn de ku di encamê de yek ji damezrînerên partiya me Sakîne Cansiz hevrê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û komkujiya Parîsê ya duyemîn ku yek ji pêşengên Têkoşîna Azadiya Jinê Evîn Goyî, welatparêzê me yê hêja Abdurrahman Kizil û hunermendê gelê Kurd Mîr Perwer şehîd bûne bi rêzdarî bibîr tînin. Di şexsê van hevrêyên hêja de em hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînin. Weke partiya şehîdan me dest bi vê têkoşînê kir û asta ku em îro gihiştinê bi saya şehîdan e. Ji ber vê yekê em minetdarê şehîdên xwe ne."
Sozdar Avesta got, “Helwest û têkoşîna gel, jin û ciwanên me yên li dervî welat mînak e” û da xuyakirin ku jinên Kurd bi salan e li ser xeta Sakîne Cansiz têdikoşin. Sozdar Avesta, anî ziman ku li ser bingeha vê têkoşînê Têkoşîna Azadiya Jinên Kurdistanê û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê belavî her derî bûye û hatiye naskirin.
Sozdar Avesta wiha dewam kir, “Me soz da ku em ê xeta hevrê Sara bikin bingeha têkoşîna xwe ya azadiya jinê. Ev 12 sal in em li ser vê bingehê têdikoşin. Îro li herêma me û li Kurdistanê pêvajoyeke krîtîk tê jiyîn. Li dijî şoreşa Rojava êrîş berdewam dikin. Li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê plan hene. Pêngava navneteweyî ya ku ji aliyê dostên me ve ji bo azadiya Rêbertî hatiye destpêkirin û ji aliyê jin, ciwan û gelê me ve xwedî lê hatiye derketin, encam girt. Li ser vî esasî bi Rêber Apo re hevdîtin çêbûn. Lê bila kes rehet tevnegere. Heta azadiya Rêber Apo pêk neyê, em nikarin bêjin ku pêvajoyeke aştiyê destpê kiriye. Pêvajo li hawirdorên azad pêş dikevin. Ji ber vê yekê divê em têkoşînê bidomînin."